Li Batmanê herî kêm 60 kes hatin desteserkirin

05/11/2024

Wezareta Karên Navxwe bi daxuyanîyeka nivîskî dabû zanîn ku wan qeyûm danîye ser şaredarîyên Mêrdîn, Batman û navçeya Xelfetîyê ya Rihayê.

Li gorî daxuyanîyê, li Mêrdînê Tuncay Akkoyun şûna Ahmet Turk hatîye tayînkirin.

Hevseroka Şaredariya Batmanê Gulistan Sonuk ji kar hatîye dûrxistin û walîyê Batmanê Ekrem Canalp bûye qeyûm.

Her wiha Hevserokê Şaredarîya Xelfetîyê Mehmet Karayilan ji kar hatîye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetîyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.

Li gorî daxuyanîya Wezareta Karên Navxwe Ahmet Turk, Gulistan Sonuk û Mehmet Karayilan bi endamtîya PKKyê hatine tohmetbar kirin.

Piştî qeyûman xelk daketa kolanan û li ber derê şaredarîyan xwestin xwedî li îradeya xwe derkevin ku di encamê da gelek kes ji alîyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan bi guleyên plastîk, ava şid û gaza îsotê êrişî çalakiya gel kir. Gelê ku tevî êrişî jî gav paşde neavêt, li ber xwe da.

Di dema çalakiyan de endamên meclisa şaredariyê jî di nav de herî kêm 60 kes hatin desteserkirin. Hinek navên kesên hatin desteserkirin wiha ne:

“Adem Tufan, Hatîce Sonuk, Mîzgîn Sonuk, Muzaffer Yildirim, Urmiye Sonuk, Emîn Yildiz, Sûltan Acar, Aliye Tok, Şîlan Aydin, Fîkret Soysal, Sîbel Sûna, Veysî Açikalin, Ozdemîr Çelik, Tacettîn Sevaci, Gulşen Kornaz, Îbrahîm Ozsûna, Elîda Koç, Hamza Gok, Dîlan Acar, Yûsûf Kaya, Abdulsamet Hîso, Ramazan Bîlmez, M. Can Bariş, Mûhsîne Bariş, Serdar Bariş, Salîh Tekîn, Selîme Cengîz, Mûsa Eren, Destegul Daş, Mehmet Salih Bayindir.”

Çi Bûbû

4ê Mijdarê, wezareta karên navxwe daxuyanîyeka nivîskî belav kirîye û destnîşan kirîye ku qeyûm tayîn kirine bo şaredarîya Mêrdîn, Batman û navçeya Rihayê Xelfetîyê. Piştî vê yekê xelk li ber derê şaredarîyan kom bûne. Şaredar û gelek kesan jî daxuyanî dane derbarê wê yekê da. Li gelek cihan şer û pevçûnan rû da û gelek kes hatine desteserkirin.

Çavkanî: Botan Times, MA, X,


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Rûsya hewl dide hilbijartinên Amerîkayê têk bibe

Weşana paşê

Di navbera Berdewamî û Veguherînê de Êzidîtî

Te hay ji vê heye?

Ekrem İmamoğlu: Îqtidar ji kontrolê derketîye

Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoğlu derbarê qeyûman

Bo Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê Qeyûm tayîn kirine!

Wezareta Karên Navxwe ragihandîye ku qeyûm

Bo Şaredarîya Mêrdînê Qeyûm tayîn kirine

Paralementera DEM Partîyê ya Mêrdînê Saliha

Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê da Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sıddık Akış

Dadgehê 19 sal û 6 meh