Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li Amerîkayê tundiya polîsan berdewam dike

28/01/2023

Li bajarê Memphîs ê ya Amerîkayê di 7ê Çilê de Tyre Nichols ji aliyê 5 polîsên reşik ve hatibû binçavkirin.

Di encama tundiyê de ciwanê reşik yê 29 salî jiyana xwe ji dest da.

Şeva borî dîmenên kamerayê polîsan ji aliyê Rêveberiya Polîsê Bajêr ve hat belavkirin.

Piştî dîmenên tundiya polîsên kujer ên li dijî Nichols li seranserê Amerîkayê protesto pêk hatin.

Li bajarên wekî New York, Los Angeles, Philadelphia û Bostonê bi sed hezaran kes tundiya polîsan protesto kirin.

Li Amerîkayê di 2020an de George Floydê 46 salî ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin.

Di bin navê “Jiyana Reşikan Giring e” (Black Lives Matter) li seranserê cîhanê li dijî nijadperestî û tundiyê bi protestoyên mezin dest pê kiribûn.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan