Li Amedê qirêjîya hewayê di asta krîtîk da ye!

Li Amedê qirêjîya hewayê di asta krîtîk da ye!
Li Amedê qirêjîya hewayê di asta krîtîk da ye!
Botan Times
  • 21 Mayıs 2023 13:13

Li bajarê Amedê asta qirêjîya hewayê benda Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî (WHO) derbas kiriye.

Li gor Serokê Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliçî, sedema qirêjîya hewayê jî ji ber kêmbûna daran û hejmara zêde ya otomobîlan in.

Kiliçî diyar kir ku nifûsa bajer gihiştiye 1 milyon û 804 hezar û 880 kesan û her diçe hejmara nîştecihan zêde dibe. Ev yek jî rê li ber qirêjîya hewayê vêdike.

Prof. Dr. Ahmet Kiliç ji bo çareserkirina pirsgirêka pîsbûna hewayê dibêje;

Tenê li nav bajêr zêdeyî 1 milyon kes dijîn û qadên kesk gelekî kêm in. Bexçeyên Hevselê hene lê ev têrî paqijkirina bajarekî 1 milyon kesî nake. Ji bo paqijkirina hewayê divê hejmara otomobîlan kêm bibe û çandina daran û qadên kesk zêdetir bibin.

Prof. Dr. Ahmet Kiliç

Li gor rapora WHOyê ya sala 2022an, Tirkîye di nav 131 welatên ku hewaya wan qirêj da di rêza 45an da ye.

Bajarê herî qirêj yê herêma ewropayê jî Îdira Bakurê Kurdistanê ye.

Her wiha li 10 parêzgehan ku Amed jî di nav da ye asta pîsbûna hewayê benda 5 ug/metrekup derbas kiriye.