Li Amedê lêpirsîna avahiyên ruxiyayî: Bo 33 kesan biryara binçavkirinê

  • 11/02/2023
Li Amedê lêpirsîna avahiyên ruxiyayî: Bo 33 kesan biryara binçavkirinê
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

11/02/2023

Li Amedê ji ber kêmasiyên di avahiyan ruxiyayî de di derbarê 33 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn.

Erdhêja ku roja 6ê Sibatê pêk hat bondorek zêde li Amedê jî kir. Li bajar 326 avahî ruxiya.

Di derbarê avahiyên ruxiyayî de Serdozgeriya Komarî ya Amedê bo tesbîtkirina kêmasiyên di avahiyên de lêpirsîn da dest pêkirin.

Gumanbar bi îdiaya “kêmasiyên înşaetê û qutkirina stûnan” tên suçdarkirin.

Lêpirsîna gumanbarên ku di nav wan de mutahît jî hene berdewam dikin.

Erdhêja 6ê Sibatê pêk hat li 10 bajaran tesîr kir. Li Amedê heta niha 255 kesan wefat kiriye. 901 kes birîndar bûne. Nêzîkî 320 xaniyan kavil in, 7 xanî jî bi temamî herifîne.

%d