Li Amedê karkerên firinan dest ji kar berdan

  • 16/01/2023
Li Amedê karkerên firinan dest ji kar berdan
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

16/01/2023

Karkerên firinan ên Amedê ji bo ku şert û mercên wan ên xebatê bên başkirin li Deriyê Çiyê çalakiya rawestandina kar lidar xistin. 

Karkerên tevlî çalakîyê bûn bi yek dengî gotin, “Em heqê keda xwe dixwazin”

Nîhat Guneş jî yek ji wan karkeran ne ku ji halê xwe gelek aciz e.

Guneş dîyar dike ku ew ji ber şert û mercên giran mexdûr dibin û dixwazin her kes li çalakiya wan xwedî derbikeve. Wî got,

Em bedelên giran didin” 

Li gel ku em di bin mercên giran de dixebitin jî heqê keda me nayê dayîn. Em her roj bi saetan dixebitin da ku pêdiviya bingehîn a gel pêşwazî bikin. Hem ji hêla beden ve hûm jî ji hêla ruhî ve em bedelên giran didin.

Xebatkarê Firinê Guneş

“Daxwaza me ew e ku mercên xebata me bên başkirin û heqê keda me were dayîn. Banga me ji bo rayedar û karmendan ev e; bi bêdengiya xwe deriyên debara me negirin.” 

Xebatkarê Firinê Guneş

Wenê: Jan Belek

%d