Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li Amedê îşaretên trafîkê yên kurdî jê birine

29/07/2024

Li Amedê îşaret û hişyarîyên trafîkê yên kurdî jê birine.

Nayê zanîn ka kê ew îşaretên li ser rêyan jê birine.

Li Amedê, li ser rêyan bi kurdî û tirkî hişyarîyên trafîkê hatine nivîsîn ji alîyê Şaredarîya Amedê ve ku rêveberîya wê di destê DEM partîyê daye. Li ser rêyan “Pêşî Peya – Önce Yaya” û “Hêdî – Yavaş” hatibû nivîsîn.

Li gorî nûçeya Rûdawê, li navçeya Rezan a Amedê, li Cadeya Gewranê nivîsa trafîkê ya “Pêşî Peya” û “Hêdî” ji alîyê hinek kes an kesan ve bi boyaxa reş jê hat birin.

Heta niha sazîyên ewlehîyê û Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.

Hefteya borî, heman bûyerê li Wanê rû dabû û li wir jî îşaret û hişyarîyên kurdî hatibûne jêbirin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan