Li Amedê gelek jin hatine desteserkirin

Vê sibehê di encama girtina ser malan ên li Amedê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya û Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn jî di nav de gelek jin hatine desteserkirin.  Îro di danê sibehê de polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girtiye. Di encama girtina ser malan de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê […]

Li Amedê gelek jin hatine desteserkirin
Li Amedê gelek jin hatine desteserkirin
Botan Times
  • 16 Mart 2022 14:14

Vê sibehê di encama girtina ser malan ên li Amedê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya û Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn jî di nav de gelek jin hatine desteserkirin.  Îro di danê sibehê de polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girtiye. Di encama girtina ser malan de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, Hevşaredara Sûrê ya ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin Fîlîz Buluttekîn, Sekretera Şaxa Sendîqeya Kedkarên Tenduristî û Xizmên Civakî (SES) a Amedê Fatma Yildizhan û gelek jin hatine binçavkirin.  Nehatiye zanîn bê ka sedema binçavkirinan çi ye û hat ragihandin ku di dema serdegirtina malan de polîsan mal belavela kirine.  

Kesên Hatine Desteserkirin

Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê Nevîn Oyman, endama Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn, aktîvîsta TJA’yê Zekiye Guler, Hevseroka HDP’a Yenîşehîrê Remziye Sizici, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin, Sekretera Şaxa SES’ê ya Amedê Fatma Yildizhan, Hevseroka TUM BEL-SEN’ê Nîhal Yanik, Sekretera Perwerdeyê ya Egîtîm Sen a Hejmar 1’ê Hatîce Efe, Sekretera Jinan a BTS’ê Bahar Ulug, Sakîne Karadenîz û Bîrsen Guneş.”