Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Li Amedê di 200 avahiyan de ziyanên mezin hene”

12/02/2023
Piştî erdhêjê li Amedê yek ji avahiyên ruxiyayî-Dîyar Galeria

Piştî erdhêja ku wekî kareseta sedsalê tê binavkirin Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Tirkiyeyê Murat Kurum dîyar kir ku li 10 bajaran di 24 hezar û 921 avahiyan de ziyanên mezin hatine tespitkirin.

Li bajarê Amedê ji jî erdhêjê 7 avahî bi tevahî ruxiya, hejmara miriyan jî 321an derbas kiriye.  

Rewşa avahiyên li bajarê Amedê me ji Serokê Odeya Endezyarên Înşaetê ya Amedê Mahsum Çiya Korkmaz pirsî.

Zirar bêtîr di avahiyên qeçaxde ye

Endamên me niha bi dildarî bi koma Jingeh û Bajarvaniyê ya Amedê re li avahiyên bajar digerin. Armanca me ew e ku xisarên piştî erdhêjê derxînin hole. Heta niha me di 200 avahiyan de xisarên ciddi tespit kir. Dîyar e hejmarê bilind bibe ji ber ku xebatên me hêj didome. Avahiyên zirar dîtine divê di demek nêz de bên ruxandin û li şuna wan avahiyên nû bên çêkirin.

Mahsum Çiya

Wî diyar kir ku ew niha kar û xebatên xwe bêtir li navçeya baglarêli taxên Şehitlikê didomîn. Korkmaz sedema wî jî wiha tîne ziman;

Li van deran avahiyên kevn û bi kaçaxî hatiye çêkirin gelek e. Gelek ji wan jî bêyî ku endazyereke bibîne hatiye avakirin. Ji ber wê em rîska mezin li van deran dibînin.

Mahsum Korkmaz
Serokê Odeya Endazyarên Amedê -Mahsum Çiya

Li gor Çîya, pirsgirêka herî mezin di rayedarên hikûmetê de ye û dibêje,

Hikûmet pergaleke bi navê “imar barışı” derxist û rê li ber avahiyên qeçax neqanûnî vekir. Bi hezaran kes bi pereyan vê mafê wergirtin û avahiyên qaçax avakirin.”

MAhsum çiya
Piştî erdhêjê bajarê Hatayê

Erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an ku bi navenda Mereşê pêk hat 10 parêzgehan wêran kir.

Li gor daneyan heta niha 29 hezar kes mir. Bi deh hezaran jî birîndar bûn. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Wezîrê bajarvaniyê dîyar dike ku piştî erdhêjê heta niha li 10 parêzgehan 171 hezar û 882 avahî hatine lekolîn kirin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

RAWEST: Kal û pîr xwe ji ciwanan bêçaretir hîs dikin lê ciwan ji pîran bifikartir in

Şîrketa Lêkolînan Rawestê raportek derbarê “Rewşa Piştî Erdhejê, Qenaet û Hêvî” (Depremin

Li herêma erdhêjê de 3 mîlyon kesan koç kirine

Erdhêja 6ê Sibatê bandor li 13 mîlyon kesan kir. Li gor agahîyên

“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”

Bajarê Amedê jî ji erdhêja 6ê Sibatê para xwe girt. Bi hezaran