Li Amedê dê festîvala çand û hunerê bê lidarxistin

Li Amedê dê ji alîyê Komeleya Kuçeya Hunerê ya Ofîsê ve, di navbera 5-8ê Cotmehê da festîvala çand û hunerî ya Kuçeya Hunerê bê amadekirin.

Dê li festîvalê çalakiyên wekî konsert, pêşandana resman, dans, şano, lîstikên gelêrî, pêşbazî û gotûbêj pêk bên.

4 hunermed û îluzyonîstek dê li festîvalê cih bigirin.

Hivron, Raperin, Sasa Serap, Kasım Taşdoğan dê stranan bibêjin û ulîzyonîst Hassan Asoiaf jî dê performansa xwe nîşan bide.

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times