Li Amedê çayxaneya kişikê heye

21/08/2024

Li Amedê çayxaneyek heye kişik lê tê lîstin.

Rojnameger Evrim Denîzê bo Bianetê vîdeonûçeyek li ser çayxaneya kişikê çêkirîye.

Li gorî vîdeonûçeyê li çayxaneyê bi gelemperî kesên teqawitbûyî dema xwe bi kişikê derbas dikin. 

Çayxane kesên li herêma Amedê di pêşbirkên kişikê de bûne şampiyon ango kesên ji pêşbirkan bi madalyonan vegeriyane, dihewîne. Ev qehwexaneya ku kişik lê tê lîstin ne wek kevneşopiya qehwexaneyên din e.

Dersdêr, akademîsyen,  xwendekarên zanîngehê, doktor û mela û ji her beşên civakê kes serdana Çayxaneya Esnafan dikin. 

Xwediyê Çayxaneya Esnafan Yunus Baytok û  Ramazan Ertekîn û Suleyman Arikê teqawitbûyî ku bi berdewamî li çayxaneyê ne têkildarî çayxaneyê bi bianet kurdiyê re axivîn.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Hevşaredara Pasûrê, Sadiye Suer cardî hatiye girtin

Hevşaredara berê ya Kulpê Sadiye Suer ji ber axaftineka xwe ya di

Şertên “proseya çareserîyê” çi ne?

Ev demekî dirêj e behs û xeberên “proseya aştîyê/proseya çareserîyê” rojev e.

Hozan Aydin rakirine nexweşxaneyê

Hunermend Hozan Aydin li Berlînê krîza dilî derbas kirîye, ew rakirine nexweşxaneya