Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li Amedê bulvara Mîr Celadet Alî Bedirxan tê çêkirin

05/09/2024

Li Amedê, şaredarîyê dest bi çêkirina bulvara Mîr Celadet Alî Bedirxan kir.

Hesaba fermî ya Şaredarîya Amedê li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku wan dest bi bulvara Mîr Celadet Alî Bedirxan kirîye û nîyet e di demekî nêzşk da bikeve falîyetê û xizmeta gel.

Bulvar li taxa Şêxkendeya navçeya Yenişehirê ye û 2 hezar û 200 metreyan dirêj e.

Mîr Celadet Alî Bedirxanê ku li ser navê wî bulvar tê çêkirin kî ye?

Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxanîyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn.

Celadet Bedirxan 26ê Nîsana sala 1893an li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji dayik bûye. 15ê Tîrmeha 1951an, li Şama paytexta Sûrîyê koça dawî kirîye. Di 58 salên jîyana xwe da, Celadet di hemû waran da xizmeteka bê hempa pêşkêşî ziman û çand û edebîyata gelê xwe kirîye.

Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitîye û li surgûn û nefîyê kovarên Hawar û Ronahî weşandine. Xebatên Celadet bûne bingeha wêjeya kurmancî ya hemdem.

Celadet kurê Emîn Alî Bedirxan û Senîha Xanimê ye. Di jîyana xwe ya sîyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakîyên neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû

Piştî ku tevgera rizgarîxwaza Tirk bi serokayetîya Mistefa Kemal bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir.

Di nav xebata Xoybûnê da endamekî pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirîyê bû.

Mîr Celadet ji bilî zimanê kurdî bi Îngilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî, Yunanî dizane. Kovarên Ronahî û Hawarê jî bi sernivîskarîya wî derketine.

Mîr Celadet di jîyana xwe ya rewşenbîrî da ji bilî xebatên kovaran, gelek pirtûk jî nivîsîne. Herwiha, ji bilî kovarên ku wî derdixistine, di gelek kovarên Kurdî û yên zimanên din da jî nivîsîye.

Ji ber tengasîyên aborî, Mîr Celadet li sala 1950ê li gundê Hecanê, ku nêzî Şamê bû, dest bi karê çandinîyê kir. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr mabû karekî wiha bike.

Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zevîyên ku diajot, bîreka mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe ra dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.

Mîr Celadet li 15yê Tîrmeha sala 1951an li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovanîya Xwedê û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin.

Berhemên giştî yên Celadet Alî Bedirxanî

– Günlük Notlar (Amadekar: Malmîsanij, bi tirkî)

– De La Question Kurde/Kürt Sorunu Üzerine (Bi frensî û tirkî)

– Were Dotmam (Şiîrên Hawarê) – Kürtçe Gramer (Tevî Roger Lescot)

– Edirne Sukûtunun İç Yüzü (Tevî Kamiran Alî Bedirxan)

– Kurd û Welatê Wan Kurdistan

– Ferheng – (Kurdî-Kurdî)

– Hevind – Bingehên Gramêra Kurdmancî

– Bobi’nin Hatası (Tevî Kamiran Alî Bedirxan)

– Elfabêya Kurdî – Mustafa Kemal’e Mektup

– Gazinda Xencera Min / Çîrokên Hawar û Ronahî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Çîçek: Derfeta çareserîya pirsgirêka kurdî ya dîrokî derketiye holê – Medyascope

Di hevpeyvîneka Ruşen Çakirî ya li Medyascopeyê de akademîsyen Cuma Çîçek dîyar

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Kurdên ji Rojavayê nikarin vegerin ser axa xwe – VOA Kurdî

Kurdên Rojavayê yên ku ji ber şerî koçî Tirkîyê kirine, gotine ku