Vîdeo Nûçe- Li Amedê amadekarîyên cejnê: “Em haho dikin”

Vîdeo Nûçe- Li Amedê amadekarîyên cejnê: “Em haho dikin”
Vîdeo Nûçe- Li Amedê amadekarîyên cejnê: “Em haho dikin”
Gulistan Korban
  • 18 Nisan 2023 18:10

Li welêt dibin sîya erdhêjê û hilbijartinê da Cejna Remezanê tê pêşwazî kirin.

Ji niha da li sûk û kolanên Amedê da xirecira cejnê dest pêkiriye. 

Sûkên dîrokî û navendên danûstandinê û bazarên li taxan qerebalix in. 

Esnafên Amedê dibêjin, di remezanê û Cejna Remezanê da jî bereket nehiştine.

Firat ê ku şekirên cejnê difiroşe li ser dezgaha xwe bang li xelkê dike.

Ew dibêje şekir bûye kara borsa.

Ne tê kirîn ne tê firotin, em haho dikin”

Salê carekê cejna e, ew jî  ji çavê miletî tê. Me salên borî zêdetir şekiran difirot. Par kîloya şekiran 50 lîreyan bû niha bûye 80-90 lîre. Şekir bûye kara borsa. Her kes bi reqemeke difroşe. Çarşî tije ye lê milet nekare bikire. Ne tê kirîn ne tê firotin. Em haho dikin.

Firat

“Xwedê heqê me nehêle”  

Jina bi navê Fatma bi tevî hevserê xwe li ber dikaneke sekiniye û şekiran distine. 

Em nêzî wê dibin û ji bo cejnê çi amadekariyan kiriye em jê dipirsin.

Fatma ji bûhayê kel û pelên xwarin û vexwarinê gelek bi gazinc e.

Wê salên borî 6 kîlo şekiran dikirî niha encax dikare 2 kîloyan bikire.

Ji ber bûhayê şekir gelek zêde bûye em hindik hindik belav dikin. Par çiqas bû niha çiqas e.Ma hûn jî nabînin 7 kat hatiye ser. Xwedê heqê me nehêle.

Fatma

Bûhayê şekir sê kat zêde bûye lê maaşê me di cîhê xwe da ye

Hevserê Fatma jî li ber dikana şekiran sekiniye û bo alîkariya hevsera xwe şekiran hildibijêr e. 

Li gor wî li Tirkiyeyê rojane bûhayê her tiştî zêde dibe lê maaşê wan di cihê xwe da sekiniye.

Par me bi 30 lîreyan şekiran dikirî niha bûye 90 lîra. Ger erzan bûna me yê 10 kîloyan bikirîya. Lê de ka were bi vê pereyê bikire.

Ji ber qeyrana aborî ya li welêt şekirê ku sembola cejnê ye jî  ji bûhabûnê para xwe girtiye. 

Şekirê sala borî bûhayê wê 55 lîreyan bû ji sedî 32 zem hatiye ser û bûye 99 lîre.