Li 6 bajarên kurdan germahîya hewayê 4 pile zêde dibe

Li gor daxuyanîya meteorolojîyê germahiya hewayê di 1 û 6ê tebaxê da li Amed, Riha,Mêrdîn, Batman, Sêrt û Şirnexê derdikeve lûtkeya herî jor.

Midûriyeta Herêma 15emîn ya Meteorolojiyê daxuyand li 6 bajaran dê germahiya hewayê di nav hefteyê da 2 û 4 pileyan zêde dibe.

Li gor daxuyanîya meteorolojiyê, pileya germahîyê li Amedê dê 40-42 , Li Rihayê 40-42 , li Mêrdînê 36-39, li Batmanê 40-43, li Sêrtê 38-40, li Şirnexê jî dê 34-37 pile bin.

Her wiha meterolojîyê hişyarî li welatîyan dike ku di saet 11.00 û 16.00an da ger ne pêwîst be dernekevin derve.

Nivîskar/rojnameger
botantimes