Li 5 zanîngehan, hemî kontenjanên Beşa Kurdî tejî bûn

13/08/2024

Li 5 zanîngehan hemî kontenjanên Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî tejî bûn û cihekî vala nema.

Berîya çend rojan tercîhên zanîngehan qedîyabûn. Aniha jî encamên tercîhan dîyar bûn ka kî li kîjan beşê bi cih bûye an jî bi cih nebûye.

Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî li 6 bajaran heye: Mêrdîn, Bingol, Muş, Amed, Dêrsim

Bi giştî li 5 zanîngehan 196 kes bi cih bûne. Ji wan 129 yên kurmancî ne, 67 jî yên zazakî/kirmanckî ne.

Zanîngeha Dicleyê: (Kurmancî/Kirdasî) 26 Kontenjan 375,96151 / 442,09060

Zanîngeha Artukluyê: (Kurmancî/Kirdasî) 36 Kontenjan 337, 75944 / 411,13794

Zanîngeha Mûşê: (Kurmancî/Kirdasî) 31 Kontenjan 238,33281 / 357,55565

Zanîngeha Bingolê: (Kurmancî/Kirdasî) 36 Kontenjan 234,01455 / 400,99760

Zanîngeha Bingolê: (Zazakî/Kirdkî) 31 Kontenjan 236,93229 / 408,03139

Zanîngeha Munzurê: Zazakî/Kirmanckî) 36 Kontenjan 229,21947 / 410,71519

Rêveberîya Dicleyê, 27ê Gûlana 2024an, li ser hesaba xwe ya Xê dabû zanîn ku beşa kurdî di bin banê Fakulteya Edebîyatê ya Sezaî Karakoç da dest pê kirîye û li gorî puana YKSyê ya 2024an dê 25 kontenjanan vekin. Zanîngeha Dicleyê cara ewil e xwendekaran qebûl dike.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Klîba “Keştîya Bayê” di weşanê de ye: Selîm Temo nivîsiye Mem Ararat xwendiye

Stranbêj û helbestkar Mem Ararat di klîbekê de helbesta “Keştîya Bayê” ya

“Dema pelên gozê zer dibin” xelata pelê mêwê yê zêrîn standiye

Fîlma Mehmet Alî Konarî ya bi navê “Dema pelên dara gozê zer

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî