Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li 4 bajarên kurdan rapirsîna herî dawî ya Rawestê

07/05/2023

Ji hilbijartinan ra hefteyeka maye. Şirketa lêkolînan a bi navê Rawestê li bajarên Riha, Amed, Mêrdîn û Wanê li ser hilbijartinên serokkomarîyê lêkolîneke kiriye.

Lêkolîn di navbera 21-29ê Nîsanê da bi hevdîtina rû bi rû ya 5 hezar û 979 kesan ra hatiye kirin.

Di lêkolînê da şîrketê dengên Kiliçdaroglu û namzetê Tifaqa Cumhurê Recep Tayyîp Erdoganî dane berhev.

Kiliçdaroglu di tura yekem da ji sedî 60î derbas dike

Li gorî encamên rapirsiyê, piştî ku kesên bêbiryar hatin belavkirin Kiliçdaroglu di tûra yekem de li Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê 62,4 û Erdogan jî 34,5 dengan bi dest dixin.

Di nav 4 bajaran da Kemal Kiliçdaroglu bi rêja ji sedî 76,3 herî zêde dengan li Amedê werdigre.

Dengên Erdoganî jî tenê bajarê Rihayê bilind e. Erdogan bi rêjeya ji sedî 57ê herî zêde li Rihayê deng wergirtîye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan