Bi biryara Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdoganî ji bo 20 zanîngehan rektor hatine wezîfedarkirin.
Li gorî biryarên tayînkirinê yên di rojnameya fermî da hatine weşandin, ji rektorên ku hatine wezîfedarkirin tenê yek jin e.
Ew jî Prof. Dr. Rana Kîbar e ku ji bo Rektoriya Zanîngeha Celal Bayara Manîsayê hatiye tayînkirin.
Parlamenterê berê yê AKPê yê Enqereyê, Alîkarê Serokê Komê û Alîkarê Serokê Meclîsê Nacî Bostancî jî weke Rektorê Zanîngeha Hacî Bayram Velî ya Enqereyê hatiye tayînkirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.