Bi nêzîkbûna hibijartinên giştî yê li Tirkîyeyê ra rojeva sîyasetê germtir dibe.
Lêkolîna ORCê ji bo hilbijartinê anketeka nû belav kiriye.
Pirs: Ger vê dawîya hefteyê hilbijartina Serokomarîyê çêbibe, hûnê dengê xwe bidin kî?
Li gor encama anketê Kemal Kiliçdaroglu bi sedî 48,9 bûye yekemîn. Recep Tayyip Erdogan bi sedî 41,5 bûye duyemîn. Muharrem İnce sedî 7,2, Sinan Ogan jî sedî 2,4 deng girtiye.
Li gor encamên anketê rêjeya dengên partîyan jî wiha ne:
– Partîya Dad û Pêşvebirînê (AKP): %31,6
– Partîya Komarî ya Gel (CHP): %28,5
– ÎYÎ Partî : %14,3
– Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) : %9.8
-Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) : %6.2
Anket di navbera 7-11ê Nîsanê da li 42 bajaran li gel 5400 kesan rû bi rû hatiye çêkirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.