Lêkolîna Aksoyê ji bo hilbijartinê anketeka nû belav kiriye.
Li gor encamên anketê di hilbijartinên serokomariyê da ferqa Erdogan û Kiliçdarogluyê her ku diçe zêde dibe.
Pirsa Lêkolîna Aksoyê “Hûnê di hilbijartina serokomariyê da dengê xwe bidin kîjan namzetê ?” ji alîyê hilbijêran hat bersivandin.
Li gorî vê yekê Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 47,9 ê dengan girt. Li aliyê din Erdogan jî di asta 38,4 de ma.
Li gorî anketê Serokê Partiya Memleketê Muharrem Înceyê ji sedî 9, namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Atayê Sînan Ogan jî ji sedî 4,8 dengan girtin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.