“Navên qewî dê li Le Monde diplomatique kurdî bin”

07/03/2023

Le Monde diplomatique kurdî dê di meha Adarê de dest bi weşana xwe ya dîjîtal bike û di meha nîsanê de jî dest bi weşana xwe ya çapkirî bike.

Le Monde diplomatique yek ji rojnameyên Fransayê yên biprestîj e. Le Monde diplomatique kurdî edîsyona wê ya kurdî ye, digel nivîsên werger, naverokên wê yên xweser jî dê hebin.

Digel rojnameyê du pêvekên wê jî dê kurdî bin

Koordînatorê giştî yê rojnameyê, Bilal Ata Aktaşî ji Botan Timesê re diyar kir ku hejmarên çapkirî yên rojnameyê dê li Almanyayê bêne çapkirin. Vê gavê ji her jimarekê hezar lib dê bêne çapkirin. Xwendevan dê bikarin bibin abone bi rêya posteyê ji welatên dî rojnameyê bistînin. Herweha xwendevan dikarin bibin aboneyên edîsyona dîjîtal jî. Ji bo rojname li Tirkiyeyê jî bê çapkirin hewildanên ekîbê hene.

Em ê ji bilî rojnameyê. Pêveka wê ya bi navê Manière de Voir jî her şeş mehan carekê biweşînin. Em ê salê carekê jî Atlasê derbêxin. Ew jî kovarek e ku bi xerîteyan behsa bûyerên jeo-polîtîk dike.

Lijneya şêwirmendîyê ya rojnameyê dê ji navên di warê xwe de qewî û pispor pêk bê. Ew jî dê naverokên xweser amade bikin.

Bilal Ata Aktaş

Aktaşî di rûpelê Di derbarê me de yê malpera rojnameyê de, rojname bi van gotinan daye nasîn:

Gava hûn bixwazin bizanin ka li cîhanê çi diqewime, cihê ku hûn berê xwe bidinê Le Monde Diplomatique e. Ev rojnameya serbixwe û navneteweyî bi awayekî cuda li cîhanê dinêre û balê dikişîne li ser mijarên cuda û resen. Bi awayekî zelal li ser meseleyên dinyaya global û modern disekine û wan pêşkêşî we dike.

Ekîba Le Monde diplomatique kurdî

Di nav edîsyonên rojnameyê de navê edîsyona kurdî jî heye, LMD Fransî

Le Monde diplomatique kurdî, ji alîyê Rûpel Multimedia GmbH ve tê weşandin û ekîba wê ji van navan pêk tê:

Birêveberê Giştî
•  Murat Satik

Koordînatorê Giştî
•  Bilal Ata Aktas

Redaksîyon
•  Mahmûd Lewendî
•  Nedim Baran

Şêwirmendê Wergerê
•  Ergîn Opengîn

Koordînatorê Tirkîyê
•  Cumhur Olmez

Dîzayner
•  Recep Maraşlı,
•  Fabio Biasio

Dîzaynera Medyaya Civakî
•  Ayse Boga


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

Tîma Almanî FC St. Paulî piştgirî da Amedsporê

Weşana paşê

Bahçelî: Ez alîgirên Bursasporê pîroz dikim