“Lê Amedê Amedê”, Erdogan û Ezmanê Diyarbekirê

“Lê Amedê Amedê”, Erdogan û Ezmanê Diyarbekirê
“Lê Amedê Amedê”, Erdogan û Ezmanê Diyarbekirê
Omer Faruk Baran
  • 14 Nisan 2023 16:06

Dolmişek li nêzî Anitparkê bi lê Amedê Amedê çerx dibe. Ji salên 1990î vir ve, li Diyarbekirê kî vê stranê dibihîse tavilê tê derdixe ku ew stran temsîla sîyasetekê ye. Partîyên wê sîyasetê li ser hev hatine girtin, lê hakim jî zanin hikûmet jî zanin ku wê her tim li ber xwe daye û bi navekî din, bi navekî din û careka din bi navekî din kesk bûye.

Lê îro qelebalixa li ber dolmişê, her çiqas ji gotinên stranên fehm dike jî bala xwe nade dolmişê û guh nade ser stranê. Çinku ew qelabalixa ku qefle bi qefle ber bi cîhê mîtîngê dimeşe bi dehan salan e li pey Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û partîya wî AK Partî ye.

Dayikên laçiksipî, zilamên bi şelwarên navrandirêj, keç û xortên ku di îqtidara AK Partîyê de şekl û şemala sekulerên wextekê avêtine ser xwe, çak û çeleng, ber bi Erdogan ve dimeşin ku li gor pankarteka li mîtîngê wî bajar înşa û nesl û nifş jî îhya kirine.

Ji wan wê de bi tekbîr, Allahûekber, tekbîr, Allahûkeberan, muhafazakarên Diyarbekir, Huda-Parî têne meydana mîtîngê, ew jî pişta Erdoganî digirin.

Li meydana mîtîngê dengên Kurmancî, Zazakî û Tirkî têne bihîstin. Heyranên Erdogan, ku di pankarteka din de jî bo wî gotine can û cîger Erdogan, hejmara wan hindik be jî, bi Kurmancîyeka herfên wê rast pankart vekirine: ”Em ji te hez dikin”, ”Tu bi xêr hatî” û çendekên din.

Qalmeqalma qelebalixê li hêlekê, sofîyekî dil daye AK Partîyê dixwaze barîyeran derbaz bike û here li camîya nû ya li ber cîhê mîtîngê nimêja xwe ya esir bike. Ji qelebalixê yek dibêje ”Bernadin sofî, heta merasîm çênebe, tu nikarî herî camîyê, bernadin.”

Bo kesên li rîya Xwedê, cîh tê ferz li sinetan badide. Lê gava mesele dibe şan û şerefa merasîmê, sofîyek bo here li camîya mest î mezin nimêja xwe bike mecbûr li benda serokomar dimîne.

Serokomar tê, û ku çito tê li nigê sîyaseta bi mîlyonan Kurd li pey dixe. Dibêje, ew terorîst in, dibêje ew qatil in, dibêje ew bi dehan sal in wer zirar zîyanê didin. Di 14yê Nîsana 2023yan de, him bi van gotinan dengê Erdogan diçe erş û ezmanan, him jî ji dolmişê, warê şêran Amedê.