LaWjeyê ji nû ve deng da berhema ‘Ho dilo’

25/03/2023

Nûnera muzîka Kurdî ya kevneşopî LaWjeyê, berhema “Ho Dilo” ya M. Taha Akreyî aranje kir û ji nû ve gihand guhdarên xwe.

Sazkirina “Ho Dilo” ji aliyê solîstên LaWjeyê Alî Tekbaş û Metehan Dada hate çêkirin.

Alî Tekbaş deng daye “Ho Dilo” yê. Di piyanoyê da Metehan Daha, di kevana Quartet da İstanbul Strings, di kemanjeniyê da Metehan Dada û Bakî Kemanci, di Viyola da Ozgur Arkûn, di Viyolonselê da jî  Tîmûr Atasever cih girtine.

Klîba berhemê aîdî Wênegir Vedat Atliyî ye. Li Çiyayê Cîlo yê hatiye kişandin.

Lawjeya ku di sala 2003yan de dest bi xebatên xwe yên tomarkirinê kiriye li navenda Colemêrgê
û gundên wê xwestiye ku di van xebatên xwe de şiklê taybet a musîqeya kurdî û formên wê kifş
bike û cihê musîqeya Colemêrgê di nav musîqeya kurdî de dest nîşan bike.

Hûn dikarin çîroka klîbê ji nûçeya Botan Timesê bixwînin : https://botantimes.com/mizginiya-newroze-desta-gevere-bi-berfinan-xemilin/


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Ayfer Duzdaşê strana xwe ya nû weşandîye

Weşana paşê

Hamit Bozarslan, dîndarên kîndar û faşîzma fehş

Te hay ji vê heye?