Kyîvê piştrast kir: Rojnamevana Ukraynî, Viktoriya Roşçîna di girtîgeha Rûsî de miriye

11/10/2024

Berdevkê Navenda Hevahengîya Ukraynayê ya ji bo Çareserîya Dîlên Şerî, Petro Yatsenko, di televîzyona neteweyî de ragihandiye ku Viktoriya Roşçîna, rojnamevana ukraynî ya di destê Rûsyayê de, miriye.

Çi hat serê Roşçînayê?

Roşçîna di Tebaxê 2023an de dema ku li herêmên di bin dagirkerîya Rûsyayê de nûçe çêdikir, winda bûbû.

Bavê wê di Nîsana sala pişt re de nameyekê ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê wergirtibû ku dîyar dikir ew ji alîyê rayedarên rûsî ve hatiye girtin.

Guftûgoyên guherandina dîlan

Berdevkê Sazîya Îstixbarata Leşkerî ya Ukraynayê, Andriy Yusov, ji ajansa nûçeyan a Suspilne re got ku biryar hatibû dayin ku Roşçîna di guherandina dîlan de bê azad kirin.

Karê rojnamevanîyê

Roşçînayê li ser êrîşa berfireh a Rûsyayê ji bo gelek ajansên nûçeyan ên ukraynî kar kiribû, di nav de Hromadske, Ukrainska Pravda, û Radio Free Europe/Radio Liberty (RFE/RL) hene.

Girtina berê

Di Adara 2022an de, Roşçîna ji alîyê memûrên Sazîya Ewlekarîya Federal a Rûsyayê (FSB) ve hatibû girtin dema ji Berdyanskayê berê xwe dida Mariupolê. Wê demê 10 rojan hatibû girtin. Ji bo azadîya xwe, neçar mabû vîdyoyek tomar bike û bibêje ku hêzên rûsî jîyana wê rizgar kirine.


Çavkanî: The Kyiv Independent, Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Hizbullahê fermandarîyeka nû pêk anîye – Reuters

Weşana paşê

Krîza mirovî ya Sudanê: Ji dinyayê re ne xem e!