Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Kuştin an hiştina xeyalan

31/10/2024

Rewşenbîr kî ye? Gelo rewşenbîrek divê bi tenê li ser mifayê miletê xwe bifikire an jî li her cihekî dinyayê xurtî hebe, ew nikare vê xurtîyê qebûl bike? Bersiva vê pirsê eger erê an na be, dîsa pirseke din jî bi xwe ra dihîne; em bibêjin hema rewşenbîr divê li hemberî her zulmekê bêdeng nebe, ma divê em hemû jî rewşenbîr bin? Ma erkê ser milê me kurdan e ku em hemû rewşenbîr bin an wekî wan bifikirin?

***

Van rojan ji ber gelek bûyeran nivîsandin li ser hin mijarên memûl* ji min ra zehmet e. Elbet ew kesê ku dest dibe qelemê, divê her mijarek jê ra memûl be û bikare hespê xeyala xwe li her qadekê bibezîne; lê awayê bezandinê jî girîng e. Dibînim an seh dikim ku hin nivîser û rewşenbîran jê we ye ku dikarin her tiştê dilê wan xwest bibêjin an bi her şiklê dilê wan xwest binivîsin. Bi bawer im ku qelem, dema bi rê dikeve û sînoran derbas dike û peyama te ji bo xwîneran dibe, berpirsyarîyekê jî bi xwe ra dihîne. Ji ber ku nivîser e ku dikare tesîrên mezin li komelgeyê bike. Piştî wê min dît ev gotin jî, sedî sed ne rast e; yanî hûn rastîyê bixwezin, belê! Nivîser tesîrê li komelgeyê dike lê ew bi xwe jî li vê civakê dijî û bivê nevê dikeve bin tesîra wê. Nivîser dibe xwedîyê du karakteran ku divê yekê hilbijêre. Çawa ku niha û bertekên ciyawaz ên komelgeya kurdî serê min tevlihev kirine û bi qewlê xelkê Mukriyan, serê min şêwandiye û heqa ku niha ez yê herî serlêşêwaw im! Zemanekî mamostayekî helbestê gotibû bi peyva qewz (farsîya wê) çend xet helbest binivîsin. Min nivîsîbû “Bibîne çi hêsan, li ser keviran bûye qewz xeyala min…” û niha xeyala min bi rastî bûye qewz, li kêleka kanîyekê li çiyayekî ku navê wî jî nizanim! Ez xeyalan bikujim û xwe xilas bikim an xwe bikim qurbanîyê wan?

Di rewşekê da me ku êrîşên dijminan li ser miletê min her didomin û ji alîyekî din jî şerê Îsraîl û Filistînê heye. Hin kurdên ku hez dikin wekî Îsraîlê bin, wêneyên şervanên kurd ên jin didanin kêleka yên îsraîlî û ev nelihevî rastî serê min diêşîne û ez qed tênagihîjim. Gelo ma kurdê malwêranî hejar bi rastî dişibe îsraîlîyan an rengê wan filistînîyên hejar dide ku jin û zarokên wan bi destê Îsraîlê dihên kuştin? û çawa dibe em şervanên ku zarokan rizgar dikin bişibînin rejîmeke zarokkuj ku bi dehan hezar zarok û jinên bêtawan kuştine û ti kes jî jê ra nabêje pêyê te xwar e?!

Hin kes berteka li hemberî zaliman jî wekî deynekê dibînin. Eger mirov ji gelek kurdan ra bibêje hûn çima ji kuştina filistînîyan xemgîn nabin dibêjin ma qey dema me dikujin ew ji ber me aciz dibin? Bi vî awayî li mirovahîyê û nirxên wê nihêrîn, bi raya min şaş û metirsîdar e. Belkî berteka nivîser û em bibêjin rewşenbîran hinekî cuda be. Lê pirsa din ev e ku: Rewşenbîr kî ye? Gelo rewşenbîrek divê bi tenê li ser mifayê miletê xwe bifikire an jî li her cihekî dinyayê xurtî hebe, ew nikare vê xurtîyê qebûl bike? Bersiva vê pirsê eger erê an na be, dîsa pirseke din jî bi xwe ra dihîne; em bibêjin hema rewşenbîr divê li hemberî her zulmekê bêdeng nebe, ma divê em hemû jî rewşenbîr bin? Ma erkê ser milê me kurdan e ku em hemû rewşenbîr bin an wekî wan bifikirin? Edward Said di pirtûka xwe ya Rola Rewşenbîr (Representations of the Intellectual) da bersiva vê pirsê ji zimanê Antonio Gramsci daye. Edward di pênaseya rewşenbîr da amaje dike ku Gramsci dibêje ” Mirov dikare bibêje tevahîya mirovan rewşenbîr in, lê tevahîya wan rola rewşenbîrekî di civakê da nalîzin” [1]. Di pênaseyên memûl yên peyva rewşenbîr da dihête gotin ku rewşenbîr divê ti ciyawazîyê di navbera bindestan da nezane lê serê min wextekî zêdetir tevlihev dibe ku ez dibînim Edward Saidê ku ew pirtûka girîng li ser rola rewşenbîran nivîsîye, bi xwe pişta rejîma Sedam a Îraqê girtiye û di nivîsareke ji bo London Review OF BOOKS da li êrîşa Sedam a ser Helebçeyê şik kiriye [ 2] [3]. Dibe ku ev nêrîna Edward Said rasterast di bin tesîra nasyonalîzma erebî û arîkarîyên Sedamî ji bo Filistînê da be. Ji alîyekî din belkî jî mafê rewşenbîr jî heye ku şaşîyan bike û hin caran nêrînên wî ne li gor pîverên rewşenbîrekî bin lê dîsa jî her rewşenbîr bimîne. Ev şikestina bita** Said di mejîyê min da, berî niha ji bo bita Furûxa Feruxzad çêbûbû. Dema ku min di bernameya Pergar a BBCya farsî da ji bo cara yekê zanî ku Furûxa min a xweşdivî digel Îbrahîm Gulistanê xwedî jin pêwendîya hestyarane hebûye. Dixwazim bibêjim belkî bitçêkirin ji kesan şaş be û her nivîser an rewşenbîrek jî dikare şaş biaxive. Him jî ti pîverên cidî ji bo rastî û derew û baş û xirabê nemane û ev bi xwe jî min gêj dike û nahêle qelema min tiştekî binivîse ku bi rastî tiştek be!

Ne tenê roja îro, belkî ev tevlihevî û serlêşêwawîya nivîser û him jî dijberîya wî digel civakê an qet nebe beşeke wê ya mezin, her tim hebûye. Nivîser, hin bîrmend in ku bi berçavka xwe ya taybet li cîhanê dinêrin û hez dikin wê zihniyeta xwe û wê cîhana ramanî (ideal) ya di mejîyê xwe da bi rêya afirandina berhevan, nîşanî xelkê bidin. Di vê rêyê da rastîyên memûl yên civakê ku ji çavê her takê civakê, rastîyên selimandî ne jî, dibin asteng û dijberîya nivîser û civakê dixuye. Nivîser neçar e an wekî takekî civakê bifikire û rastîyan ji çavê civakê bibîne û cîhana xwe ya di mejîyê xwe da, ku bi xwe kivş kiriye bike qurbanî, an jî xwe wekî tak bike qurbanî ji bo ku hin tiştên ku di zihniyeta wî da hene nîşan bide, çi şaş û çi durist. Karekî gelekî zehmet e û serêşî û xitimînekê jî çêdike, lê her nivîserek divê di vê hilbijartina dijwar da beşdar bibe ji bo ku bikare tiştekî bibêje û wekî min wiha li cihekî raneweste.

*Memûl: berbelav, rewac.

**Bit: perestina tiştekî; wekî putekî û heyklekî û hwd.

Çavkanî

[1] Rola Rewşenbîr (Neqşê Roşenfêkr), Edward Said, Wergera Farsî ya Hemîd Ezdanlû, Têhran, Weşanên Ney, 2000

[2]  https://www.radiozamaneh.com/381901/

[3]  https://www.lrb.co.uk/the-paper/v13/n05/edward-said/edward-said-an-american-and-an-arab-writes-on-the-eve-of-the-iraqi-soviet-peace-talks  

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Di 1999an da li gundê Balekan ê Selmasê hatiye dinyayê. Di Zanîngeha Ferhengiyan a Ûrmiyê de Beşa Zanistên Perwerdeyê xwendiye. Kitêba wî ya helbestan bi navê "Pirtûka Baranê" (2023, Pall) çap bûye. Romana Seyid Qadir Hîdayetî ya bi navê "Gabor" (2024, Pall) ji soranî kiriye kurmancî.

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

Ciwanmerd Kulek: Bîranînên min ji ku bin, çîrok û romanên min jî ji wir in

Pall Weşanê diyar kir ku dê sibata 2025an romana nû ya Ciwanmerd

Siberoja Kurdên Rojava ber bi ku ve diçe?

*Wêne: Delil Souleiman, AFP. Di 8ê Kanûna Paşîn a 2024an de li