Kurteyên medyaya navneteweyî – NYT, Reuters, France24, AFP, The Guardian

13/12/2024

Êrîşa li ser postexaneyê 30 kes kuştine

Îsraîlê li Xezzeyê êrîşeka asmanî biriye ser postexaneyekê û di encamê de 30 kes mirine. Li gorî çavkanîyên bijîşkî, 50 kesên dî jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê gotiye ku êrîş li dijî endamekî payebilind ê Cîhada Îslamî hatiye kirin. Postexane wek stargeha koçberan hatiye bikaranîn.

Hêzên Îsraîlê êrîşên xwe zêde kirine

Artêşê di heman rojê de li başûrê Xezzeyê du êrîşên dî pêk anîne û 13 kes kuştine. Hemas gotiye ku yên mirî ji hêzên parastina karwanên alîkariyê ne. Lê artêşê holê red kiriye û gotiye ew çekdarên Hemasê bûne.

Sûriye ketiye qonaxeka nû

Piştî hilweşîna rejîma Esed, DYA û hevpeymanan dest bi hewldanên xwe yên ji bo dîyarkirina paşeroja Sûriyeyê kirine. Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Blinken serdana Urdin û Tirkiyeyê kiriye.

Îsraîl ketiye nav axa Sûriyeyê

Artêşa Îsraîlê zêdetirî 350 êrîşên asmanî li Sûriyeyê pêk anîne. Her wiha li herêma tamponê ya li ser sînorê Sûriye-Îsraîlê hêzên xwe bi cih kirine.

Tirkiye û DYA li ser Kurdan li hev nekirine

Tirkiyeyê yekem rayedarê payebilind şandiye Şamê. Serokê MÎTê Ibrahim Kalin serdana mizgefta Emewî kiriye. DYA li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî hêzên Kurd ên li bakur-rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe nîşan daye.

Çîn û Misir li ser Sûriyeyê axivîne

Wezîrên karên derve yên her du welatan li Pekînê hevdîtin pêk anîne. Wan li ser parastina serweriya Sûriyeyê û pêşxistina çareseriyên aştiyane li hev kirine.

BBC li Nîjerê hatiye qedexekirin

Hikûmeta leşkerî ya Nîjerê biryar daye ku weşana BBCyê ji bo sê mehan qedexe bike. BBC bi ragihandina nûçeyên şaş tê tawanbarkirin.

BBCyê ragihandibû ku di êrîşeka çekdaran de 90 leşker û 40 sivîl hatine kuştin. Hikûmetê ev yek red kiriye û gotiye ev agahî ne rast in.

Çavkanî:

  • Reuters
  • The New York Times
  • France 24
  • Botan Times
  • AFP

Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Erdheja Tîbetê: 95 kes mirine – Xinhua, The Guardian

Di erdheja ku îro sibehê li bajarê pîroz ê Şîgatseyê qewimî de

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Jetên Îsraîlê derdora Şamê dihingîvin – Reuters

Li gorî çavkanîyên leşkerî yên Îsraîlê, artêşa vî welatî di van çend