Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?
Min dê bigota, Xwedê, min ewqas dilniyaz bi navê te ji bo Kurdistanê kirine, erê çima te carekê tenê jî bersiv neda. Te çima pirtûkek bi zimanê kurdî ji xelkê re rênekire ser erdê? Çima ewqas dijminatiya li hember Kurdistanê dipejirînî, yan tu bi xwe jî dijminê Kurdistanê yî? Eger tu dijminê Kurdistanê bî, wê demê çima te Kurdistan çêkiriye? Û eger tu dadperwer î, ka dadperweriya te li hember Kurdistanê?
Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?
Ez gelek ji Pito û Piço, her du pisîkên xwe hez dikim. Her du pisîkên min ku aramî anîne nav jiyana min.
Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?
Min nedihîşt Kurdistan bê perçe/dagirkirin.
Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?
Pirtûka, ‘Dewleta Cihûyan/The Jewish State’ a Theodor Herzl.
Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)
Dayîka min û kesayetiyên/dostên Kurdistanî (ên ku Kurdistaneke azad, sekular û serbixwe dixwazin) bên ser gora min.
Herî zêde çi te xemgîn dike?
Perçekirin û dagirkirina Kurdistanê.
Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?
Kurdistan.
Te dixwest li kîjan serdemê bijî?
Serdema piştî şerê cîhanî yê yekem ku min pêşî li perçekirina Kurdistanê bigirta.
Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?
Ez da zêdetir dem bidime xwe bi xwe, bi taybet jî tenduristiya xwe. Da ku bikarim hem ji bo xwe hem jî ji bo Kurdistanê xizmeteke birêkûpêktir encam bidim.
Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?
Standardkirina zimanê Kurdî.
Tu herî zêde çi xeyal dikî?
Kurdistaneke serbixwe.
Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?
- Ku Kurdistan ne dewlet e.
- Ku xwenasî lawaz e di nav Kurdan de.
- Ku Kurd xwe bi nasnameyên dagirkeran didin nasandin, li cihê nasnameya resen a Kurdistanî.
Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?
- Tirûmbêla xwe ji Golfa elektronîk bo Teslayê.
- Her wisa min paşnavê xwe ji erebî (Abdulaziz) guhertiye Kurdî (Lîneva – gundê min).
Serkeftina te ya herî mezin çi ye?
- Min nexweşiya penceşêrê derbas kir.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.