KURTEPIRS: Şîraz Baran

16/08/2024

Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?

Te îro bo min çi kir?

Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?

Martin Eden

Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?

Dinyayeke bê sosyal medya

Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?

Kara Kitap, Orhan Pamuk

Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)

Xwezî Teoman bihata. Pêşî Renkli Rüyalar Oteli, pişt re jî Ayet-el Kursî bîxwenda li ser gora min.

Herî zêde çi te xemgîn dike?

Xizanî

Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?

Bircên Dîyarbekrê heyf in, şûna wî em bircên keleha Mêrdînê bikolin. Ew nav jî navê Qazî Mihemed e.

Te dixwest li kîjan serdemê bijî?

Tîşta herî zêde heyecanê dide min ew e ku gava telefon an komputera min update dibe. Ji ber wî dixwazim li serdema hîn nehatiye bijîm. Serdema update, serdema nû.

Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?

Dîsa xeletî û dîsa dilketî.

Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Biçim ser çîyayê Glîdaxê.

Tu herî zêde çi xeyal dikî?

Nîvîskarek li ser şerê PKK û dewleta Tirkîyeyê romaneke xweşik û postmodern binivîse. Li Motel Xewn a bajarê Amêdîyê bi şev heta destê sibê bixwînim û bixwînim. Xeyala min ev e.

Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?

Heykelê li Dunya Kavşaxiya Dîyarbekirê, ew zebeşê tê de çetal çikandine.

 Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?

Navê xwe.

Serkeftina te ya herî mezin çi ye?

Kurdî hîn bûm. Ez Amedî me çimkî, min berê nizanibû.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Engin Ölmez

Jidayikbûye li Colemêrgê. Sala 2020an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî mezûn bûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Weşana berê

Li Mêrdînê hemî cure çalakî û xwepêşandan qedexe ne

Weşana paşê

Bernameya cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî: Merasîm li Stenbolê ye dê li Amedê jî bê definkirin

Te hay ji vê heye?