Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?
Selam Xudêo,
Dîrekt ji gunehan dest pê dikim: Ku gunehên min pir in jî min çi kir min ji ber eşqa edebîyatê, seba zimanê me yî di bin zilmê de kir. Tu vê meselê zanî zatenî.
Bavê min, Mistefa kurê Ferîde 70 salan bi nimêj û nîyaz li ser rêya te bû. Min bo xatirê wî, bo xatirê ewlîya û embîyayan, bo xatirê pîrûpakan û pêxemberan af ke, li rêya heq rêwan ke û li hizûra şahê merdan û merdê meydan mêvan ke, ji wan diayên dostên te.
Ha, li hidûdê Sirûc û Kobanîyê, wê şeva qaçax, wê şeva min hêvî û omdîya xwe ji te tam birîbû te ez ji mayîn û qurşînan, te ez ji mirinê xelas kirim. Min ew rindîya te hîn bîr nekiriye. Sax bî, Xudê ji te razî be.
Mektûba min hinekî dirêj bû, biqedînim. Ji dinyaya boş û betal barek silav û..
Heqet te dinya seba çi çêkir, seba çi em têde rezîl û riswa bûne wanî û ew sosyal medyaya hanê wê milet hîn çito bike, wê hîn biajo çi bela û bêtaran?
Li benda cewabên te me, ji [email protected] re bişîne ji kerem û rehma xwe. Spas.
Omer, kurê Zelo.
Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?
Ji dîya xwe hez dikim. Ez ji wê, rindîyê, ez ji wê, merhemetê, ez ji wê, dîsîplînê elimîm.
Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?
Seba zimanê me yê şêrîn – şekir neherime, min nedixwest medyaya Kurdî lê nûçeyan hazir bike.
Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?
Diguhere tim. Wextekê Yabancı ya Albert Camus bû, wextekê Kara Kitap ya Orhan Pamuk bû, wextekê Mîrname bû, romana Jan Dost, wextekê Uğultular bû, şiîrên Selim Temo, wextekê Natasha’s Dance ya Orlando Figes, ew kitaba ser tarîx û kultûra Rûsya, wextekê Dünün Dünyası bû, xatirayên Stefan Zweig. Wekî din, xatirayên Jean Baudrillard jî û yên Musa Anter jî yên Mark Sykes jî.. Û ev demek e Gençlik ve Edebiyat Hatıraları ya Yakup Kadri Karaosmanoğlu.
Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)
Bira şairê dilhenûn Berken Bereh were ser tirba min û ji Çemê Baranê bixwîne ji min re, ez ji kuştina xwe têm vê şevê.
Herî zêde çi te xemgîn dike?
Ne gundî mam ne bûm bajarî, ne Kurmanc mam ne bûm Tirk, ne dîndar mam ne bûm ateîst, ne şerqî mam ne bûm xerbî, ne li ser edetên berê mam ne bûm modern, ne xudreste mam ne bûm perwerî, ne sax mam ne bûm mirî, her ro her şev, her saet her gav xeman dikişînim ser vê meselê.
Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?
Minê navê Rojan Barnas li bircên Diyarbekirê bikola. Çûm wî serî bircan, hatim vî serî, min santîm bi santîm li sûran nihêrî lê min navê Rojen Barnas li ser nedî. Tew lazim e Beledîyeya Diyarbekirê bi merasîmekê navê Rojen Barnas li bircên Diyarbekir bikole. Lê yên me çi dikin? Li şûna ku navên wan şairên mezin li bircan bikolin, tirbên wan dikolin. Bikolin.
Te dixwest li kîjan serdemê bijî?
Wê wextê, wexta ku dinya rast jî dinya bû û kusî mêrê çiya bû.
Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?
Minê dîsa havînan ji germa Riha û Diyarbekirê berê xwe bida Dêrsimê, û ezê dîsa li wê pansîyonê bimama: Çe-Mile.
Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?
Ez dixwazim maleka bi hewş û heyat, bi dar, bi gul û çîçek bikirim û heta talîya imrê xwe li wê malê bimînim.
Tu herî zêde çi xeyal dikî?
Xanimeka bêtrîp, xeyal e.
Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?
Şairê şêrgele Arjen Arî şevekê gotibû ku ”were ez ji te re çend şiîran bixwînim..” Min fedî kiribû, min xwe ji xwe re gotibû ”Law şairê mest î mezin e, ez çito herim li cem rûnim û ew jî rabe ji min re şiîran bixwîne..” û ez neçûbûm. Jiber hezkirin û hirmeta zêde ez neçûbûm, lê dîsa jî kul e ji min re dîsa jî derd.
Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?
Melankolîk im, êş, elem û trajedîyan, dilê min ranake, zû dikevim depresyonê. Hikmê min hebûya minê halê hiznî ji xwe daweşanda, minê bişûşta ji xwe.
Serkeftina te ya herî mezin çi ye?
Perxudres Podcast e. Çinku paradoksa podcasta min e, ez asosyal im, ji şorê, ji axifînê, ji peyivînê, ji şitexilînê, ji xeberdanê, ji qisekirinê, ji dengdanê hez nakim, lê li ser Perxudres Podcastê her Pêncşem di saet 5:50 pm de bi xelekeka nû bi guhdarên delal re me.