Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?
… ji bo keda te pirr spas lê te hinekî din jî serê xwe pê re biêşanda ji te dihat ku te ev dinyaya hîn baştir û hîn xweşiktir biafiranda. Û weke peyva dawiyê, ricaya min ji te xwe zêde têkilî karê mirovan neke.
Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?
Pêşewa Qazî Mihemed… bi qasî navê wî li kurê xwe bikim jê hez dikim.
Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?
Min ê nehişta li wê cîhanê dek û dolab, derew û berjewendperestî lê peyda bibe. Ji ber ku bi min bingeha hemû xirabiyên dinyayê ev in.
Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?
Van salan kitêba Jorge Luis Borges ya bi navê pesnê siyê “elogio de la Sombra” (bi tirkî gölgeye övgü)
Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)
Ne ez bila dengbêjên me ji dêvla min bersiva vêya bide:
“mezelê min li ser rêya bêrîvanan çêkin belkî meyroka min jî di nav wan de be, pozê şimika wê li tozê bikeve, ew toz were xwe li ser ruyê min deyne”
Herî zêde çi te xemgîn dike?
Berî ku ji bîr bibin û hin bîranînên wan bi dê yan jî bi bavê wan re çêbibe, sêwîmayina zarokan.
Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?
Hewceye mirov ne navekî gelek navan lê bikole. Lê heger ev peywir para min biketa ji ber ku ji derve ji bo bajêr şer kirin navê Şêx Seîd û hevalên wî ji derve; ji ber ku ji hundir ve ji bo bajêr şer kirin navê Çiyager û hevalên wî jî li hundir min ê lê bikola.
Te dixwest li kîjan serdemê bijî?
Sedsala 19an li Teksasê di nava kovboyan de.
Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?
Tevî ku weke takekesekî ez ji halê xwe xweş im jî min ê qet nexwesta tu tiştê di vê jiyana min de rû daye xwe di wê jiyana min a din de dubare bike.
Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?
Wê rojê min xewnek dît, weke dîmeneke ji siberoya min bû. Lewra hîn jî di bîra min de zindî ye. Berêvarekê li ber çemekî bi dilekî aram min bi destê neviyê xwe girtibû û dimeşiyam. Bikaribim xwe bigihînim wê rojê û vê dîmenê pêk bînim besî min e.
Tu herî zêde çi xeyal dikî?
Hezar rehme li ser gora Celal Melekşa be.
Rojekê li Nisêbînê, li rawestgeheke nava bajêr li benda dolmişê bim. Dolmişek were li rawestgehê bisekine û ji şifêrê wê bipirsim: “birayê delal gelo ev dolmîş dihere Qidûrbegê?” şifêr li min vegerîne û bibêje: “na heyran ev xeta enteriyê ye, ya qidurbegê ew ê pênç deqqeyekî din were.”
Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?
Tim di wê meraqê de me; di jiyaneke paralel de li Kurdistaneke azad û serbixwe gelo jiyana min û keseyatiya min ew ê çawa bûya?
Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?
Hin caran pirr zû kela min radibe û hêrs dibim. Min ê bixwesta hinekî din bêhna min firehtir bûya.
Serkeftina te ya herî mezin çi ye?
Nizanim! gava vedigerim û li emrê xwe yê çûyî temaşe dikim tiştekî ez xwe pê bipesinînim û serkeftî hesab bikim nabînim.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.