KURTEPIRS: Jehrmar

21/08/2024

Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?

Ey Xuda çi tiştên xirab hebe li ser rûyê dinê rake, aramî bide di nav dilê mirovan ku bila dilê yekûdu nehêlin, şer û tiştên şerî hemûyan rake da ku em yekûdu nekujin. Mûzîka Kurdî jî bi xêra xwe li dinyayê belav bike 🙂

Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?

Kesayetakî wisa nehatîye ber min ku ez bikevim bin bandora wî/ê.

Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?

Min nedixwest mirin hebe.

Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?

Bernard Malamud – Tamîrker

Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)

Egîdê Cimo, da ku bilûra xwe lêxît ez jî li bin axê guhdar bikim, piştî zeman derbas bû, li gel vê hîskirinê li ser axa min da ku kûlîlk hêşin bibin…

Herî zêde çi te xemgîn dike?

Tênegeheştin/nefêmkirin

Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?

Navê nivîskarên welat yên qedîm.

Te dixwest li kîjan serdemê bijî?

Serdema Şakîroyê nemir, wexta sax.

Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?

Carek dî ez hatibam dinyayê, dê min dîsa mûzîk kiriba bes cudatir.

Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Ez dixwazim kesayetekî wisa bim da ku arasteyî hin fikr û ramanan bikim. 

Tu herî zêde çi xeyal dikî?

Xeyala min ew e, hemû stranên min bila bêne qebûlkirin û hezkirin û ligel guhdaran, li sehneyeka mezin bi hev ra bêjin.

Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?

Bapîrê min stran digotin, mirovekî qedîm bû ji bo min. Min tu car dengê vî qeyd nekir, mixabin, çû rehma Xwedê.

 Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?

Min hez dikir tenê tiştekî guherînim; Paşdeavêtin/derengkirin. Hemû tişt di wextê xwe de xweş e.

Serkeftina te ya herî mezin çi ye?

Serkeftina herî mezin geheştina dilê guhdarên xwe ye, ew ji bo min wek dinyayêkê mezin e.

Engin Ölmez

Jidayikbûye li Colemêrgê. Sala 2020an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî mezûn bûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Ew niha di beşa kurdî da, li heman zanîngehê Doktoraya xwe dike. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Weşana berê

Li Amedê çayxaneya kişikê heye

Weşana paşê

Peyvên Stûxwehr

Te hay ji vê heye?