KURTEPIRS: Bahoz Baran

12/08/2024

Heke te nameyek ji Xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?

Derfeteka wisa hebûya jî min ê nenivîsîya. Baş dizanim pirsên min dê li ser raza hebûn û gerdûnê bûna. Çîroka mirovî, çîrokeka pir trajîk e, bi qasî trajîkbûna xwe jî nepen e, pêhesîna vê jî barek e jixwe. Naxwazim razên vê çîroka me ya trajîk hîn bibim. Hema bila hinek pirs hebin û em tim li dû wan pirsan bin, bersivên tekûz yên wan pirsan lazim nînin. Ew pirs divê mîna bêdawîbûnê, negihîjin cihekî û hêvîya me ko nekin. Li gorî min, aqil bi xwe jî hêmaneka xwedayî ye, dîyologeka afirîner ya bi wî ra, baştir e. Nameyek tune be jî dibe. Loma ez ê ji Xwedê ra nameyekê nenivîsim. 

Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?

Ji kurdan Ehmedê Xanî, wekî din ji Nietzcheyî hez dikim.

Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?

Min dê nehişta nîjadperestîya tûnd û jehrîn tê da hebûya. Helbet ew cure nîjadperestî xwe digihîne ezezî, çavtengî, nefsmezinîya mirov û neteweyan. Û ya herî giring jî dê bêşermî û bêrehmî tê da tune bûna. Min dê nehişta li wir aqil ji dilî bêhtir çalak bibe. Aqilê bêdil, bêhest, belaya serê mirovahîyê ye. 

Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?

Hene hin pirtûkên ber dilê min, lê serdilka min hîn jî Mîrzayê Biçûk e. Salê carekê miheqeq dixwînim. (Çend caran min stendîye, lê heçko ling ketine ber, nehewîyaye çûye ji mala min.)

Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)

Bila xwendevaneka/î jêhatî were. Ji ber ku tim dixwazim rûyekî nû bibînim û gotinên nû bibihîzim.

Herî zêde çi te xemgîn dike?

Bişaftin û bîrnebirîya (bênezaketîya) mirovan. 

Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?

Em navekî li bircan nekolin. Heyfa bircan. Em dikarin navê Celadet Alî Bedirxanî li ser wan li ba bikin. 

Te dixwest li kîjan serdemê bijî?

Ji serdema ku lê dijîm razî me. Lê min dixwest di nîvê sedsala 19an da hinekî bijîyama, ne pir. 

Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?

Min ê dîsa, bi zimanê xwe helbet, binivîsîya. Nikarim li jîyaneka bênivîs bifikirim û bijîm. 

Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Çîrokên di nav hiş û dilê xwe da binivîsim û kulîyata xwe ya çîrokan temam bikim. Pirtûkên ku di lîsteya xwendina min da ne bixwînim.

Tu herî zêde çi xeyal dikî?

Dixwazim li welatê xwe yê azad, bê şer û pevçûn bijîm û binivîsim. Zimanê min ji qeyd û bend û qedexeyan rizgar bibe.

Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?

Bişaftina neteweya min, ji min ra kul û derd e. 

Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?

Karpirî min aciz dike. Carna mirov ji neçarî û xemxurîya xwe gelek karan dike, lê ev tiştekî ne rast e. 

Serkeftina te ya herî mezin çi ye?*

Xebat û têkoşîna min a li ser zimanî ya piralî. 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Jidayikbûye sala 1995an. Sala 2021an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî derçûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Alî Bagdû: Min xwest bi belgefîlmê dengê dengbêjan bigihînim siberojê

Teknolojiya dijîtal a roja me, bandoreke gelekî mezin li tevahiya jiyanê dike.

Enwer Karahan: Kesên ku fêrî xwendina kurdî dibin dest bi nivîskarîyê dikin

Metin Aydın Nivîskarê ”Siwarê Şînbozê: Êlas Efendî” Enwer Karahan nivîskarekê pirhêl e,

Mewlûd Oguz: Kurdî, zimanê min ê jiyanê, xebatê û hunerê ye

Hevpeyvîn: Rêzan Diljen Dîwana helbestkar û rojnameger Mewlûd Oguz a bi navê