Kurtefîlma Aforozê Xelata Rêzgirtinê wergirt

Kurtefîlma Aforozê Xelata Rêzgirtinê wergirt
Kurtefîlma Aforozê Xelata Rêzgirtinê wergirt
Botan Times

Fîlma Aforozê li 14emîn Festîvala Fîlman ya Cerdanyayê (Spanya) Xelata Rêzgirtinê wergirt.

Derhênan û senarîstîya filma Aforozê ji alîyê Yılmaz Özdil ve hatiye kirin.

Kêşanên Aforozê 1-15yê Sibata 2022yan li navçeya Xîzana Bedlîsê hatine kirin ku fîlm Gulana 2023yan tewaw bûye.

Çîroka filmê Aforozê li ser aforozkirina Ziko ye. Ziko gunehekê di xewna xwe da dike ku ji ber wê çendê tê afarozkirin û ev xeber li gundên derdorê jî belav dibe. Ziko zivistanê, nîvtazî ji gundê xwe tê qewirandin. Ew dixwaze xwe bigihîne bajarî ku di nav çend gundan da derbas dibe. Di heman rojê da rêya nêçîrvanekî ker û lal jî dikeve ser wê rêyê ku ew jî dixwaze xwe bigihîne bajarî.

Botan Times sitesinden daha fazla şey keşfedin

Okumaya devam etmek ve tüm arşive erişim kazanmak için hemen abone olun.

Okumaya devam et