Di salên 1980yan de dewleta tirkan careke din li me hat xezebê. Çi li hundir û çi li derve wek milet me bi hev re gelek salên xerab derbas kirin. Û wer xuya bû ku bi gotina hevalê min Hesenê Homê, me yê hê gelek ecêb bidîtina. Piştî salên hefsê mayina min a li Diyarbekir êdî zor bû.
Ya gerek biçûma welatekî ewrûpa û yan jî li bajarekî mezin yê Tirkiye yê wek demekê min şopa xwe wendabikira. Di serê sala 1990an de hatim Stenbolê. Di dû min de Hesen jî hat. Em herdu jî li qezaya Avcılar li taxa Cihangirê diman. Avcılar berê cî û warê rûman bû. Dû re dewlet rûman diqewirîne di şûna wan de mihacirên Balkanan bi cî dikin. Mihacirên hatibûn digotin em tirk in û misilman in. Dêreka rûman hebû li nava Avcılarê, dewletê guherîbû û kiribû camî, mihaciran li wê dêr-camiyê limêj dikirin û ji mezinên dewletê re dua dikirin. Neyse… Ez û Hesen jî em hatibûn Avcılarê. Xanî û ciyê karên me nêzî hevdu bûn. Her roj me hevdu didît. Sebra me bi hevdu dihat. Hesen wê çaxê hê nizanîbû Stenbol bajarekî lezêye û meriv nikare gav û saetê hevdu bibîne. Rojekê neçûma hindê roja dinê digot, ‘‘ma tu li ku ye law?!’’
Sibeyekê ez li ciyê xwe yê kar bûm keçika Hesen, Şukranê telefonî min kir. Got, ‘‘Apo, tu bihata wê baş ba, bavê min pir aciz bûye!’’ Bilez min xwe gîhand mala wan. Di hundir de birebira Hesen bû. Pir qehirîbû. Ji yekî mihacir re xeber dida.. Digot, ‘‘ew mihacirê Bilxar hê nizane ez kî me!’’ Çaxa em li Diyarbekir bûn kerkotek devançeya Hesen hebû. Wextê bardike, wê jî teva xwe tîne. Wê çaxê xanima wî, xoka Fadma dibê, ‘‘ma ji bona Xwedê, vaye em diherin Îstenbûl, ma em ê vê devançê teva xwe bibin çer bikin?’’ Lê Hesen guhê xwe nadê. Dibê, ‘‘tu bîne, ew ne îşê te ye!’’ Niha ji xoka Fadma ew devançe dixwest. Digot, ‘‘ka devança min bîne, te xistiye ku derxe, zû!’’ Wextê ez ketim hundir xoka Fadma û herdu keçikên wan Şukranê û ya li pişta wê Qerê û torina wan zaroka piçûk Hêvî hebekî rehet bûbûn. Lê Hesen qet rehet nebûbû. Her digot, ‘‘ka devança min bîne!..’’ Ewqas sal e em hevalê hevdu bûn heta bi wê rojê min nedîbû Hesen weha hêrs bûbû. Destên wî diricifîn, dikir nedikir nikarîbû ji xwe re cixareyek bipêça. Min yeka hazir dirêj kirê. Cixara hazir nedikişand, digot, ‘‘wek ez kayê bikişînim’’ lê dîsa jî rahiştê. Di du hulma de agirê cixarê hat li herdu tilîkên wî sekinîn.
Mesele weha qewimiye: Hesen li ser rêya TEMê –wê rêya ku ji hêla Küçükçekmeceyê tê û di nava Avcılar re diçe Bûlgarîstanê- li mexazeyeke mobîlyayê yê nobedarê şevê ye. Destê sibê wextê karmendê mexazeyê tê, Hesen jî carê mifteya ciyê kar teslîmî wî dike û dihere malê. Vê sibeyê jî dîsa weha dike. Li ser rêya wî, kulîçexaneyek heye, kürd böreği dikeve heşê wî, dibê de ji xwe hê zû ye, niha zarok jî di xewde ne, ez ê hema li vê derê xurîniya xwe bikim, çayekê cixareyekê vexwim û dû re herim malê. Dihere rûdinê, garson tê bi tirkî dibê, ‘‘keremke, ez ji we re çi bînim?’’ Hesen dibê, ‘‘kürt böreği.’’ Gotina ‘‘kürt’’ bi garson xweş nayê, dibê, ‘‘te got çi, min fam nekir?’’ Hesen fam dike wê dawiya vê peyvê here di ku de derkeve. Wextê diqeherî serê wî disincirî. Bi qaba şewqeyê xwe digire carekê du cara bilind dike û datîne û carek din dibê, ‘‘kürt böreği.’’ Garson dibê, ‘‘börekek weha tune! Hesen destê xwe ber be dezgeh dirêj dike, dibê, ‘‘ma way ne, ma ew çi ye?’’ Garson dibê, ‘‘ew küt böreği ye!’’ Hesen diqehere, dibê, ‘‘Hadê siktir bêterbiyeyê heram!’’ Patron ji masa xwe radibe tê, dibê, ‘‘hey, te xêr e, tu çi dixwazî?’’ Hesen dibê, ‘‘Wele xêr e nexêr e tu yê bibê, ez kürt böreği dixwazim!’’ Patron dengê xwe bilind dike, dibê, ‘‘kürt mürt tune, rabe derkeve ji vê derê!’’ Hesen hêç dibe, hema ji ciyê xwe hol dibe û xwe çendike yaxeyê de, dibê, ‘‘ûlan oxlim eva ez kurdim!’’ û yaxê li qirikê dişidîne!
Dibe buxe buxa wî, kef bi ser deva dikeve û rûyê wî reş û şîn dibe. Garson lê dinerin patron dike bifetise, sê çarek bi hev re ji paşde xwe çendikin Hesen û bi sendeliyên naylon li nav serî û piştê dixin. Hesen diteyişe, hevsenga xwe wenda dike, destên wî hêdî hêdî li qirika patron sist dibin. Garson wî ji ser patron radikin û deldidin derve. Hesen bi halekî xerab xwe digihîne malê. Û hema çer dikeve hundir ji xoka Fadma re dibê, ‘‘ka devança min bîne!..’’
Em derketin derve. Berçavka wî şikestibû û şewqeyê wî wenda bûbû. Em çûn çarşiya Avcılar me berçavkek reş û şewqeyek jê re kirî. Dû re me xwe bera Ambarlı ber qiraxa bahrê da. Li kêleka hev wek du peykera em sekinîn û me li dûraya bahrê nerî. Em bêdeng bûn. Wek ku tu tiştekî me ji hevdu re bigota nemabû. Ne ew peyivî û ne ez.
***
Lawekî Hesen li çiya li ba ‘‘hevalan’’ bû. Derdê malê ew law bû. Rokê dibihîzin ku birîndar bûye. Ji bo tedawiyê bi dizî tînin malê. Piştî demekê birîna wî dikewe û rehet dibe. Lê ne nasnameya wî heye û ne jî taqata wî ya ku cardin vegere çiya. Şevekê lê dixê bi qaçaxî derbasî Bûlgarîstanê dibe. Keçika Hesen a mezin Şukranê ew jî rokê ji malê derdikeve û nema tê. Mektûbek li dû xwe hiştiye, gotiye, ‘‘ez diherim çiya, ez pir ji we hez dikim, heqê xwe helal bikin!’’
Du hefte şûnd e Şukranê li diyarbekir ji terefî polîsan de tê girtin. Du roj şûnde jî xelk cesedê wê li ser rêya Erxeniyê dibînin. Piçûka malê Qerê xoka xwe Şukranê ji bîra nake. Ew jî sibeyekê ji malê derdikeve û dide ser şopa Şukranê. Hesen rokê dibîhîze ku Qerê li çiyayê Mûşê hatiye girtin. Eskeran ew girtine û havêtine hefsê. Di vê navê de lawekî hesen ew jî hatiye girtin di hefsêde ye.
Carekê wek du sê hefte çêbûbû ku min Hesen nedîbû. Pişt re rokê min xoka Fadma li bazara mehelê dît. Me li hevdu pirsî û min sewala Hesen kir. Min got, ‘‘çawa ye, baş e?’’ Got, ‘‘Ma çawa ye, bi Xwedê birawo ez jî nizanim Hesen çawa ye! Hema tûtina xwe paqij dike û devança xwe yax dike!’’
Di dawiya salên 1990an de min bar kir Beyoğluyê û êdî wek berê me hevdu nedidît. Lê dîsa jî salê wek neh deh caran me saxtiya hevdu dikir. Bi wan otobosên nava bajêr ên duqato em diçûn û dihatin. Vêca saet û nîvek rê bû û di otobosê de kişandina cixarê qedexe bû. Hesen debar nedikir, wextê kurmê cixarê dihatê bi xwe nikarîbû, li nêviyê rê peya dibû cixareyek dikişand û li otobosek din siwar dibû. Carekê min jê re got, ‘‘ma tu nikare saetekê nekişîne?’’ Got, ‘‘eh! Ma min karîba seetekê nekişanda min ê biterikanda!’’
Wek sal û nîvek berê bû, min bihîst ku Hesen nexweş ketiye. Ez çûm Avcılar hindê. Min digot çav li min bikeve wê wek berê bibê, ‘‘ma tu li ku ye law?!’’ lê xwezî bi wan rojan! Ne li ser hemdê xwe bû û pir zeîf bûbû. Heşê wî jî ne wek berê bû, diçû û dihat. Tiştên berê jiyabû hinek jê bi ruh dianî lê yên niha nedihatin bîrê. Hesen di nava leylanekêde werbibû û çi rast bû çi derewînbû nizanîbû. Tuxtoran gotine, ‘‘bîrkoriyê destpêkiriye!’’ Û wekîdin hin nexweşiyên wî yên din jî hebûne. Zarokên wî û xoka Fadma wer lêdinerîn. Dibirin tuxtoran. Li şîfaxaneya Okmeydanı li odeyek xweş dima. Ez carna her roj û carna jî rojekê erê yekê na diçûm hindê. Carna ez nasdikirim û carna jî nizanîbû ez kîme. Wextê Hesen li min dineri û ez nasnedikirim ez dimirim. Nexweşiya wî herku çû lê giran bû. Tuxtoran caba wî dan. Zaroyên wî ew birin malê. Çend roj derbasbû Ahmet (lawê kekê Hesen) telefonî min kir. Giriya û giriya, ew giriya û ez giriyam, gotin di qirikêde aliqî ma, kir û nekir nikarîbû bigota!..
Piştî wefata Hesen bi çend mehan rojekê ez çûm Avcılar. Li kuçeyên Cihangirê çûm wî serî hetim vî serî. Min xwe bera Ambarlı qiraxa avê da. Min li dûrahiya bahrê nerî. Ricifek ket nava min, wek pelikên dara hewrê lerizîm. Min li ku dinerî min Hesen didît.. Tûtina wî, qutiya wî, çeqmeqê wî, berçavka wî û şewqeyê wî..
Ji kûrahî û dûrahiya bahrê dengê wî dihat:
Digot, ‘‘Ka devança min bîne! Te xistiye ku derxe, zû!’’
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.