Kûrpêkirina War û Xurbetê di Stranên Nîvfolklorîk de

22/11/2024

Di vê nivîsê de dixwazim du formên nîvfolklorîk ên du stranên tirk û kurdan bidim ber hevdu. Him strana “Bejna Zirav” (ji vir pê ve wekî BZ em dê binivîsin) a Şivan Perwer û Gulîstanê, him jî “Söyle Sunam” [Bêje Suna’m, ji vir pê ve wekî SS em dê binivîsin]  a Nurettin Rençber (wekî cure turkish folk e, folklora tirkî) û Asli Saraç di gel mêr û jinan têne gotin. Ango mêr û jin peyvan li ber hev dixin. Mijara her duyan doza evîndarîyê ye. Ne mûsîkayên berhemê lêbelê rolên jin û mêran di nav çîrokê de, hewl didim fahm bikim.

Di “Bejna Zirav” de mêr dibêje “Tu gula li gundê we ye / Yek wek te lê tuneye / Ji bo te ez ji dûr hatim / Dilê min di te de heye”;  Jin dibêje “Kuro dîno de here / Li dora min negere / Xortê gundê me pir in / Keçê[n] me tune ji te re”; Mêr dibêje “Narim, narim, narim / Li vî gundî dîyar im / Li ser te evîndar im / Çûna bê te ez nikarim”. Piştî bêhnekê dîsa mêr dibêje “Bejna zirav bejna te / Çavê xezala li ser te / Dilê’m bû perçe perçe / Ma ew ne bes e ji bo te”; Jin dibêje “Kuro lawo tu dîn î / Ma van awiran tu nabînî / Fesad û nerind pir in / Hêsan nîne evînî”; Li pey dîsgotinê mêr dibêje “Şeva di nîvê şevê da / Di berf û di bahozê da / Gilî û gazîne xwe dikim / Ketim mala bavê da”; Jin dibêje “Milê xwe bide vî milî / Te agir berda vî dilî / Em derkevin ji vî warî / Da xelas bin ji vî halî”.

Min peyvên stranî yên “Söyle Sunam”ê bi wateyî wergerand ne ku bi hunerî û helbestî. Li gorî vê wergera serbest di “Söyle Sunam”ê [1] de mêr dibêje “bêje Suna’m tu ji ku derê yî / wek stêrkan diçûrisî / çima wisa damakirî yî / wer biçin xurbetê ez û tu”; jin dibêje  “çav bernede ji vê derê me / nava min û felekê ne xweş e/ ji ber vê yekê xembar im / de bi rêya xwe de biç”; mêr dibêje “ewê min ji kulê dibe keserê / hey ê ku aql ji serê min dibe / koka vê dinyayê derewîn / wer biçin xurbetê ez û tu; jin dibêje “peyvên te nakevin serê min / ma qey ji min dibe yar ji te re / ez nikarim merhem li birîna te ‘dim / de bi rêya xwe de biç; mêr dibêje “min çîyayên asê qewaztin û hatim / çi û çi daketim lê ji qidûm neketim / wer biçin xurbetê ez û tu; jin dibêje “bila xeyal be, xewn be / yê ku ji peyva xwe şikand bila hişk be / bila canê min bibe hevcana te, canê min li cana te.”

Wekî ku min jê derxîstîye sê epîzod û girêkên çîroka van her du stranan hene. Yek jê rasthatin e, a din daxwaza evînî ye û ya dawî jî rev e bi hev re. Di nav van de wesf û helwestên têkilîyan diguhere. Di BZê de jinik ji gundekî ye, wekî gul hatîye şayesandin, lawik ji dûr hatîye û dil ketîyê. Bersiva jinika di BZê de bi nazenînîyeke xwezan, lawikê ku yekcar wan gotinan dike jê re wekî dîn e, naxwaze li dora wê bigere, îcar ji bo ku nebêje bêxwedî û “bê mirad” e behsa xortên gund dike, her wekî din xerîbbûna lawik jî datîne ber wî û dibêje li vî gundî keç tune ji te re. Hesta xurt a komelwerî û nasnameyî ligel jinikê xurt e. Bi kurmancî jineke eşîr e. Destpêka SSê mêrik nizane jinik ji ku derê ye, pirsa wê dike dûvre şayesandina wê ya dirûvî dike. Li BZê romantîzm li SSê îltîfat li pêş e. Dilketina BZê li vir dibe daxwaza revê. Hêj ku nizane jinik ji ku derê ye doza revê dike. Lê li BZê beyankirina dilketinê heye lewma ligel romantîzmê ji SSê bêtir rasyonel e. Di bersiva jinê de li hember îltîfatê bersiveke ji xwe bawer heye, lê dûvre jinik dîyar dike ku yeka birîndar e û herweha berra wî dide.

Di epîzoda girêk û daxwaza evînîyê de êdî xwe îspatkirin û biryardarî dest pê dike. Di BZê de mêrik ji a xwe nayê xwarê, li hemberî gefa “xortê gundê me pirr in” meydanê dixwaze, evîndarîya xwe dûpat dike, şertê çûyînê bi çûna wê ya bi hev re datîne ber jinikê. Dûvre dorê nade jinikê dîsa ew dibêje, dest bi îltîfatê dike: berdêla bejna zirav û çavê xezalan dilekî perçe perçe ye. Ma ev ne bes e ji bo evîndarîyê? Romantîzma berdewam bi îltîfata jinikê û berdêla mêrikî geş dibe. Jinik dîsa dînbûna lawik wekî dilxweşîyekê dîyar dike lê vê carê asta gefê him bilind dike him jî sist dike, ji xortê gundan tîne ser awirên xwe. Herwekî din êdî nepêkanî (xortên gund û keçên me nîne) ber bi lêgerîna derfetê ve diçe, fesad hene û evîndarî ne hêsan e. Bi wan gotinan re jinik rêya hêsankirinê vedike. Di SSê de mêrik ji îltîfatê derbasî rewşa xwe ya derûnî ya derd û kulên ji ber evînîyê dibe û herweha doza revê dubare dike. Jinik peyvên wî badilhewa dike, nelayiqbûna xwe ya bo wî dîyar dike. Nexwe bawerîyek ji wî halê wî yê berçav heye. Di BZê de hebûna nerind û fesadan, şerminî û pakdîtina jinikê derdixe pêş, di SSê de jinik bi paknedîtina xwe li pêş e. Wisa ku nikare bibe merhem ji birînê re. Heçku tiştekî nesterîl be (birîn-merhem), dîsa bera wî dide.

Di epîzoda veçirînî de mêrê di BZê de êdî lavekar e: şev e, berf û bahoz e mêrik gilî û gazinan dike. Mêr pêşî serî hildide, dûre li ber xwe dide axirî lave dike, jin êdî li hemberî vê veguherîna sêgoşeyî ya mêrik derî li agirê dilê xwe vedike. Di SSê de şev, berf û bahoz dibe çîyayên asê. Pirsa ewil ku digot “tu ji ku derê yî”, pirseke wisa ye ku mirov li cihekî derî gund û çolteran be an jî li bajaran be an jî kesên ne nasê hev hebin. Li vir çîya wê xumamîyê hebekî din zêde dike. Li cihekî çawa laqê hev hatine? A BZê gund e, ev çito ye? Di Bzê de rev mil bi mil e, di SSê de can bi hev ra can e. Li cem jina di BZê de hêj jî hestên şermînî hene ji dêvla kêfxweşîyê lewra halê wan halekî hewceyî revê ye û bi tenê derketina ji warî pêkan e. Lê di SSê de ji ber ku di epîzoda ewil de mijar li ser revê saz bûbû, jinika xwekêmdîtî sond û peymanan girê dide, yê ku peyv şikand bi hiş be.

Him bi destpêka xwe him bi encama xwe di nav re jî du rejîmên cuda yên folklorî hene. Di her duyan de xweza (gund û çîya) û berdêldayîna mêran hêmanên xurttir ên stranê ne. Lêbelê di her duyan de jî rola aktîf li ser mêran ya pasîf jî li ser jinan e. Ango jin li benda siwar û mîrzayên xwe ne. Jinên li benda siwarî û mîrzayên romantîk, xwe jî wekî îstgeheke dawî disêwirînin. Ligel motîfên nêrane yên folklorîk divê mirov li ser îcrakaran jî bifikire. Stran stranên mêran in. Berovajîkirina vê rejîmê ligel strana “Derî Lêket” a Hêja Netirk dibe ku peyda bibe. Li wir derî lê dixe lawikek tê, jinik dixwaze ew lawik zêde bimîne lê karê lawik heye, zêde rûnanê zû radibe û diçe. Belê bi şiklî berovajîkirin nîne. Li vir jî jinik li malê ye, hatin û çûna lawikî ne bi destê jinê ye. Lêbelê qebûla jinê ya li ser xwe, berovajîkirina cureyekê pederşahî ye ku kirasê şermîn li wê jinika di BZê ye kirîye. Tiştekî wereng di romana Yalin Tutku (Azwerîya Sade) ya Annie Ernaux de bi xwe jî hebû. Herwekî din jinika di Derî Lêket de wekî ya SSê hestên xwe tahwilê mayîndebûn û teqezîyê wekî milkê mêrekî nake. Bîra min ne xelet be “Derî Lêket” ne zêde be jî bi guvaşeke têrdeng di medyaya dîjîtal de bûbû cihê nerazîbûnê. Li gor rîwayetê ji bo straneke Leman Sam ya ku bi tirkî digot  “duh bi şev bes rengê te didayê, min xwe da tenişta mêrekî û min go merhaba”, dadgehê nerazîbûn nîşan dabû, gotibû “jineke tirk bi şev xwe nêzî mêrekî xerîb nake”. Ez dibêm di vê stranê de rengê nerazîbûnê jî ev cure bû.

Axirî her ku di mijara baviksalarîyê de bişibin hev jî BZ ji SSê zêdetir organîk e, ji jîngeheka teze ye. Organîkbûna wê bi heqîqîta stranê ve girêdayî ye. Bêhna tiştekî neheqîqî ligel rasthatinîyê û xurbetê di SSê de heye. Lewra derketina ji war (BZ) ji çûna xurbetê (SS) zêdetir xwemalê jidilîyî ye, bi qewlê Arjen Arî ji milka dil e. Mirov zane ku xurbet ne xeribî ye lê war her ew war e.

Têbînî

[1] “Söyle sunam nerelisin / Yıldızlar gibi harelisin / Nîye böyle karelisin / Gel gurbete çıkalım senle; Nazar etme buralîyım / Felek ilen aralıyım / Bu sebepten yaralıyım / Var git yoluna; Beni dertten derde salan / Hey aklımı başından alan / Şu dünyanın kökü yalan / Gel gurbete çıkalım senle; Boşunadır sözün bana / Benden yar mı olur sana / Merhem süremem yarana / Var git yoluna; Şu dağları aştım geldim / Neler indim nede yıldım / El vermezsen bil ki öldüm / Gel gurbete çıkalım senle; Hayal olsun düş olsun / Sözünden dönen taş olsun / Canım canına eş olsun / Canım canına.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Ferzan Şêr

Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan di sala 1986an de ji dayik bû. Ji gundê Barincê ya bi ser Bişêriyê ve ye. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê, dibistana navîn û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendine. Di sala 2010an Zanîngeha Hacettepeyê beşa Fîzyoterapî û Rehabilîtasyonê qedandiye. Li Zaningeha Istanbul Bilgiyê di beşa Wêjeya Berawirdî (Comparative Literature) de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar" (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî) kuta kir. Li Zankoya Mimar Sinan Guzel Sanatlarê di beşa Sosyolojiyê de teza doktorayê (PhD) li ser biwara romanûsîya kurdî, bi navê Kürtçenin Kurmancî Lehçesinde Roman Yazımının Özerk Bir Alan Olarak Oluşumu (Di Kurmancî de Avabûna Romannivîsînê Weke Biwareke Xweser) sala 2023an parast. Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Sala 2008an çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên Tîroj û Evrensel Kültürê ve hatibû lidarxistin xelata yekemîniyê wergirt. Sala 2009an berhema wî ya ewil dîwana Otopsiya Berbejnekê çap bû. Wergerên wî 2015an Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn, 2018an Ji Tirkiyê Çîrokên HIVê, sala 2021an LGBTÎ+ên Penaber 2 hatin çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexneyê de weşiyan.

Te ev dîtıne?

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa ewil ya demsalê barî şikir. Dibejin

Lehengê tiştên asayî, Gênco bûye xêze-roman

Fîlma Alî Kemal Çinarî ya bi navê Gênco ya sala 2017an derketibû