Metîn, ne tenê bi kurdîaxêviya xwe, herwiha bi lêgerîna dengên ontîk yên kurdî jî hêja ye ku mirov li ser bipeyive. Di leyîstoka xwe ya dawî ya bêmetn Kêmê de ev lêgerîna wî bi her awayî kamil bûye, derketiye sehneyê.
***
Mîrza Metîn, wek kurdekî ev sê sal e kengê were Kurdistanê -ku ew li Almanyayê dijî- wek helwestekê bi tu kesî re tirkî napeyive. Cihê ku lê ye, kesên ku bi kurdî nizanin jî ev helwesta wî naguhere. Eger zêde mecbûr bimîne, bi îngîlîzî çend kelaman dike. Helbet ji ber vê yekê gelek tiştên balkêş qewimîne û diqewimin. Ev israra kurdîaxêviyê hindek caran sohbetê ji rêzê derdixe, çi kurd û çi tirk be mixatab bivê nevê dikeve nav fikaran, mijar teqez vedigere ser meselaya ziman. Mijar ber bi têkiliya ziman û mirovahiyê (heya ya zindewaran tevan), felsefeya ziman, pirsgirêk û zextên li ser kurdî ve diçe. Ez du sê caran rû bi rû rastî vê yekê hatim, piştre li ser vê helwestê hûr bûm ev yek ji bo min wek perfomanseke zindî xuyabû. Di vê nivîsarê de -bêyî ku Mîrza Metîn di fikra min de be yan jî nebe- ez dê hewl bidim vê helwesta wî ya bi salan ya li ser têgeha perfomansê di bin banê hunera hevçerx de şirove bikim.
***
Dema min xwest niyeta vê helwestê/perfomansê fêm bikim an çavkaniyên motîvasyona wî ji bo xwe zelal bikim, min ji Metîn pirsî “te ji bo çi ev biryar daye?”. Bersiva wî jî têra xwe sade û xurt bû: “Kê çi nav lê dike bila bike, niyeteka ku ez peyamekê bigihînim hinan, peywirekê bînim cih nîne; tenê ji bo xwe wiha dikim, dixwazim dengê kurdî li ber guhê min bikeve, ez vê yekê bona xwe dikim.” Helbet bersiva Metîn bo Metîn derbasdar e. Muxatab, yanî em, dikarin li ser vê yekê azad bifikirin, wek berhemekê vê yekê şirove bikin.
Ji ber ku kurdîaxêv kêm in û gelek kurd neşên zimanê xwe bi rihetî yan jî nikarin baş bipeyivin ev performans zor e. Li gel vê yekê tirkiya kurdên xwende, gelek caran ji kurdiya wan çêtir e û zimanê sereke yê ku li nav kurdên xwende jî tê axaftin ne kurdî ye, tirkî ye. Loma ji vê perfomansê re motîvasyoneke xurt jî lazim e. Ev helwesta Mîrza Metîn jî, gor gotinên wî ne ser motîvasyoneke civakî an kolektîf e, li ser motîvasyoneke şexsî ye û bêyî danûsitandineke şênber yan hêviyekê heya niha hatiye domandin. Nexwa li ser bersiva Metîn ya li jor em dikarin wiha bibêjin: Ne ji bo sahib rewacan, ne ji bo piçûkêd Kurmancan, tenê bona xwe wiha dike, yanî Metîn bona xwe kurd e.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
***
Metîn, eslê xwe ji Qersê ye, lê li Stenbolê mezin bûye. Ev çend sale jî li Almanyayê dijî. Di 21 yek saliya xwe de kurdî hîn bûye, beriyê her tim bi tirkî peyîviye. Piştî ku kurdî hîn dibe berhemên xwe êdî hêdî hêdî bi kurdî dinivîse, ji vê pê de jî tu carî bi tirkî berheman nanivîse. Bi Berfin Zendelioğlu re bi salan li Şermola Perfomansê di warê şanoya kurdî de xebatên gelek baş û serkeftî kirine. 16 tekstên şanoyê nivîsîne, sedan caran hem li Kurdistanê hem li gelek welatên din leyîstikên wî hatine ser sehnê, xelatên baş wergirtine. Gelek metnên wî li zimanên biyanî hatine wergerandin. Bi perfomansa xwe ye Dîsko 5 Nolî yê jî xelata herî baş wergirtiye. Mirov dikare bibêje van salên dawî şansê herî mezin yê şanoya kurdî yek jî Mirza Metîn û Şermola Perfomans e.
***
Metîn, gava ku bi kurdî dipeyivî hin hevalan fêm nedikirin ji ber vê yekê em çend kes ji wan re dibûn tercûman. Wan bi tirkî xebar didan Metîn bi kurdî bersiv dida. Tişta balkêş carekê xwe şaş nedikir ku bersiva xwe bi tirkî bide. Wek tê zanîn gava mirov bi du zimanan bipeyive, mirov dê teqez bêyî ku hay ji xwe hebe di nav axaftinê de ji zimanekî derbasî zimanekî din dibe. Metîn, li ser tecrûbeya xwe vê helwestê dibêje hin hevalên min caran ji vê helwesta min aciz dibûn, derveyî adetî didîtin, bawer im hin kesan jî wek netewperestî bi nav dikirin. Ev îtham an peyv li ber Metîn ne peyveke negatîv e divê gor wî di vê pêvajoyê de ji bo kurdan îhtiyacekî elzem û rawestgeheke durist û serbilind e.
Li gor agahiyan Metîn, mirovên ku rastî wî tên vê israra wî dibînin bi gelemperî dibin du beş: Hin wan vê yekê romantîk; hin kes radîkal dibînin. Heya niha bertekeka herî tund ku li hember Metîn hatiye nîşandan jî ji kurdekî xwende hatiye. Metîn destpêka pêvajoya kurdîaxaftinê de li gel mamosteyekî kurd rûdine. Mamoste piştî çend kelaman derbasî tirkî dibe, lê Metîn kurdiya xwe didomîne. Mamoste ji vê yekê aciz dibe, Metin bi “ilkel milliyetçilik”ê (netewperweriya prîmîvîf) tawanbar dike. Metîn dibêje “Ez detoksa zimanê tirkî dikim loma napeyivim.” Mamosteyê kurd jî dibêje “Ez jî detoksa kurdî dikim”. Piştî vê gengeşeyê axaftin û sohbet qut dibe. Dîsa gor gotinên Metîn piştî biryara axaftina kurdî gelek hevalên wî yên tirk terka wî dikin. Nuha dibêje “Hema tu kes nemaye li dora min. Halbikî bi salan me bi hevre kar kiribû em dostên hevbûn.” Mêtin dibêje, ez serê xwe êdî bi van mesaleyan naêşînim helwesta xwe dewam dikim. Ji bo xwe kurdî diaxivim û naxwazim ji bilî vê bersivê daxuyaniyeke din bidim an sedemeke dûr û dirêj pêşkêş bikim.
***
Perfomansên soloyê yên zindî di nav şano, dans û hunera hevçerx de wek formeke hunerî cih digire. Ji salên 1960î vir de jî perfomans, bêtir di bin sîwana hunera hevçerx de derket pêş. Sînorê vê formê fireh bû, zimanê wê agresîf bû. Gor Frank Skinner, di dilê perfomansê de rexneyeke civakî heye, hunermend dike bi vê rexneyê cihê me yê li dinyayê (halê ku em tê dene) ê nûha bide ber tîran û ser nîqaşan bike. Li gorî rexnegirê tirk Hasan Bülent Kahraman, du esasê perfomansê hene: Yek, kirde ye ew jî beden e. Ya din cihê ku perfomans lê diqewime, yanî mekân. Di perfomansê de beden an kirde li ser angaşta ku mekan nikare îcrakar/laş sînor bike tevdigere.
Gelek perfomansên balkêş û bandorker hatine çêkirin heya ew kesên ku dûrî meseleya hunerê jî ev yek bi tewecuh şopandine. Li Tirkiyeyê, li Stenbolê dema gengeşeya Parka Geziyê xortekî bi navê Erdem Gündüz di cihê xwe de çik li şipiya bi seeatan disekine, bêyî tevbigere vê helwesta xwe didomîne. Ev perfomansa Gündüz wek “Duran Adam” (Zelamê Sekinî) hate binavkirin, bi rojan li ser nîqaş hatinekirin. Gelek hunermend û rexnegirên hunerê ev yek performanseke hunerî bi nav kirin.
1963’an de hunermend Joseph Beuys li Almanyayê perfomanseke balkêş dike. Kîvroşkeke mirî dide ser çongê xwe jê re behsa berhemên hunerî dike. Navê perfomansa wî jî Mirov Çawa Dikare ji Kîvroşkeke Mirî re Behsa Berhaman (berhemên hunerî) Bike ye. Di vir de niyet diyar e; Beuys bi awayekî rexneyî tevdigere û dike bibêje ew kesên ku dûrî hunerê ne, ne pêkan e mirov bikare tiştekî li serê wan bixe. Di vir de li şûna bedenê axaftin yanî dev derdikeve pêş.
Helwdana Metîn bi forma xwe nêzîkî vê perfomasê ye. Belkî piştî demekê Metîn axaftina tekane kurdî li hember tirkan jî bike. Perfomanseke din a ku gelek tê zanîn ya Pîpa Baccayê bû. Bacca ji bo bal bikêşe ser aştî û aramiyê bi bûkaniya xwe 2008an ji Îtalyayê ji bajarê Mîlanoyê dest bi meşa xwe kir. Di Slovenya, Hirvatistan, Bosnayê re derbasî Tirkiyeyê bû. Hewl dida çend welatên din bigere, piştre li Qudûsê rêwîtiya xwe biqedîne. Lê li Gebzeya Kocaeliyê tûşî tecawizê hat û di ser de jî hat qetilkirin. Mekanê perfomansa Bacca gelek cih bûn, kirde bedana wê bû, armanc û rexne balkêşandina ser meseleyeke civakî bû. Ev tişt dikin ku rêwitiya Baccayê bike perfomanseke hunerî ya soloyê. Ev nimûn û gelekê din nîşan didin ku sînorên forma perfomansê gelek berfireh, bi xwe gelek dewlemend û rengîn e. Lê esasên wê ser du tiştan in. Ji ber vê yekê iddîa dikim ku em dê bi hêsanî bikarin kurdîaxaftina Mîrza Metîn ya bi salan û musteqer di warê cemawerê de wek perfomanseke soloyê ya hunera hevçerx bi nav bikin.
***
Wek li jor hatiye gotin Metîn, ji meha Sibata 2020an de vir ve biryar dide li Kurdistanê çi dibe bila bibe dê bi kurdî bipeyîve. Bi gotina xwe dixwaze detoksa tirkî ya salan bike. Çerçove û armanca helwestê (berhemê) tê diyarkirin: kurdî axaftin, mekan tê tayînkirin: Kurdistan, enstrûman diyar e: Deng, yanî axaftin. Terz: îstikrar.
Perfomans li holê ye, dikare were temaşekirin yanî bîner û îcrakar/vebêjer mevcûd in, di nav xwe de lêgerîn û dijderketin helwesteke zanyarî yanî rexneyeke civakî jî dihewîne. Çiqas helwesteke bi serê xwe be jî, ji ber ku mesele kurdî ye bi aweyekî giştî hemî kurd û kes û dewletên ku rê li ber kurdî girtine eleqeder dike. Bivê nevê ji niyeta îcrakar (Mîrza Metîn) wêdatir bi xwe re doneyên polîtîk çêdike. Her tim zindî bi saya kesekî tê îcrakirin. Li ser ziman hatiye avakirin û ziman ragihandina herî xurt e ya mirovatiyê û amûrê serdest yê edebiyatê ye.
Tiştekî din heye di vê perfomansê de bi min mirov dikare vê yekê wek pîvanek an esaseke perfomansê tayîn bike. Ew jî “derxistina krîzê ye”. Ji xwe hunera hevçerx ji berhema Duchamp ya herî mezin pêşkêşiya Pissuvarê (19017) vir ve krîz ji xwe re kiriye krîterek. Çi biçûk, çi mezin; çi şênber çi bi awayê zêhnî ev perfomans potansiyela krîzê dihewîne. Lewre tiştekî ku di halê xwe de, li ser hemdê xwe diherike xirab dike. Bi xirabûn an midaxeleya ew tişta (normalîzekirina neaxaftina kurdî di nav kurdan de) ku hatiye qebûl kirin an axaftina kurdan bi hev re bi zimanê tirkî problamatîze dike, vedigerine ser rastiya ku ber bi windabûnê ye. Yanî heqîqeta di bin rastiya rojane de perçiqiye tîne bira mirovan. Perdeya xapînok a li ser meseleyê vediçirine. Sedema van yekan em dikarin bi rihetî vê meseleyê wek perfomanseke taybet belkî ya herî dirêj a hunera hevçerx bi nav bikin.
Îro bi qasî ez dizanim tu perfomansên soloyê ewqas nehatine domandin û li ewqas mekanan berfireh nebûne. Mirov bi rihetî heya bi zanîn dikare vê perfomansê ji bo bîenalan pêşkêş bike. Kê dizane belkî sibe-dusibe hebe jûriyek an komîteyeke cewal, zîrek a hunera hevçerx vê perfomansê bibîne û li ser hûr bibe. Wê demê bi vî awayî hem krîzek/gengeşeyek li ser hunerê der tê holê, hem jî ev helwest dikare li nav Kurdan belav bibe.
Mahiyeta vê perfomansê -ku belkî naxwaze wek perfomans jî were dîtin- ji malê hunerê ye. Tiştekî normal, jirêzê û notir (axaftin) bi vî awayî jirêzê der tê û dibe tiştekî cuda. Ev yek nêrineke hunerî û edebî ye, lewre huner û edebiyat her tim dixwaze di bin jiyana rojane û monoton de bi çavekî cuda tiştan bi nêrineke nû bibîne û bi rohniya xwe wan ji nû ve bide xwendin, bide şirovekirin. Ev yek bêyî niyeta Metîn, di helwesta wî de diqewimin, em jî bê bilêt bêyî wexwandin her û her seyr dikin.
***
Metîn, ne tenê bi kurdîaxêviya xwe, herwiha bi lêgerîna dengên ontîk yên kurdî jî hêja ye ku mirov li ser bipeyive. Di leyîstoka xwe ya dawî ya bêmetn Kêmê de ev lêgerîna wî bi her awayî kamil bûye, derketiye sehneyê. Axaftin ji dengan û peyvan pêk tê, lê deng beriya peyvan heye. Deng wek fenomena bêhnî, di hiş û guhên mirovan de cih digire, dikeve nav dil û rihê kesan heya dikare bibe fîşeka herî xurt ya bîranîn an avakirana hafizeyê. Dîsa hafizeya kurdan ya kolektîf bi awayê herî mezin li ser dengan ava bûye. Metîn, bo bersiva sebebê vê yekê bal dikêşa de ser dengan, (dixwazim dengên kurdî li ber guhê min kevin). Ev lêgerîna wî ya li ser forma şanoyê ya deng û hereketan bi perfomansa wî ye kurdiaxaftinê ve girêdayî ye. Hem dengên nûjen; hem jî yên winda, wek qêrin, awaz, lîlandin tev de nêçîrên Metînî ne.
Bi min mirov dikare ser vê meselê şaxeke leyîstika Kêmê wek berhevkirina antolojiya dengên winda yên kurdî yan lixwegerîna bi dengan şirove bike. Metîn hem bi leyîstokên xwe yên şanoyê hem bi avakirina Dîwana Xwebûnê deng, hereket, rîtûel ji xwe re kirine sê amûrên sereke. Nexwe lêgerîna dengan û bilêvkirina wan, yanî axaftin dîsa dibin hevalbendên hev. Lê belê di formeke nûjen de. Ev herdu tişt –deng û peyv- jixwe di peyva dengbêjiyê de hatibûn cem hev û bi salan ji kurdan re bûbû werîsê felatê ku wan ji kûrahiya jidestdanê derbixe.
Metîn, bi vî awayî peyva dengbêjiyê ji hev vediçirine ji bo ku dîsa ava bike û di şexsê xwe de dide jiyîn. Mirov dikare bibêje ew xwe ber bi dengbêjiya şanoyê ve dibe, dengbêjiyeke modern. Ger mirov hemî xebatên wî raçav bike, mirov dê bikare bibêje dengbêj li dîwanan distrên. Lê Metîn mekanan berfirehtir dike, hemî Kurdistanê jê re dike sehne. Dengbêjî di xebat û berhemên Metîn de ne wek xwe, bi wateya xwe ya edetî û tradîsyonel bi rihê xwe ve tê ser sahneyê. Ew dengbêjiyê dernaxe sehneyê; haveynê dengbêjiyê li xebatên xwe belav dike. Ger em ji vê parantezê werin ser meseleya perfomansa wî, em dibînin ku bi guh li dengan digere, bi devê xwe dengan parve dike, di hebûna xwe de ew rihê qedîm yê dengbêjiyê her û her dide jiyîn bi xebat û israra kurdîaxêviyê.
***
Perfomansa Metîn li hember zext û bêavantajiya kurdî, tunebuna statûya kurdan, tunebûna bazara kurdî dê bikare ji me re çi bibêje û çi bike?
Ev pirs bivênevê, di serê mirovan de çêdibe. Hêja ye em li ser hûr bibin û serê xwe pê biêşînin. Metîn gava di bersiva xwe de digot “ez bo xwe dikim, yanî bi navlêkirina min “ji bo xwe kurd im” derfeta formûleke çareseriyê derdikeve meydanê.
Baş e, ew kurdbûna ji bo xwe çi ye?
Belkî, hêvînekirina tiştekî ji kes, komele, partî û dezgahan; ferznekirina tiştekî li ser bîner, muxetab, heval û hogiran e.
Wê demê hêvîşikestin ji meydanê radibe.
Nexwestina statû, pere, berjewendî, îtîbarekê ye ji bo şexsê xwe. Ev yek jî êdî nikarin bikevin navbera kirde û kurdbûnê de ku vê meseleyê şolî bikin û heya di nav gazindeyên fasid de meseleyê bifetisînin.
Bêcivat, bêteref berdewamiyeke takekesî û solo. Ev yek jî dikare potansiyela tekane ya herî bandorker derbixe holê. Wek di nimûneya Eliezer Ben Yehudayê cihû de derketiye bûye paradîgmayek ji bo zimanên dezavanataj û bindest.
Wek dawî ez hevoka Metîn ya “ji bo xwe dikim”, an jî “ji bo xwe kurd im” helwesteke pir kamil, avaker, bandorker dibînim. Tê de derfet û potansiyela yek kesî an qîmeta hewladanên takekesî dibînim.
Pêşî li xwe, piştre li xwîneran vê nivîsarê pêşniyaz dikim.