Heke li Stenbolê İmamoğlu ji CHPyê bibe namzet û DEM Partî namzetekî/a din derxe hûn dê dengê xwe bidin kê?
Ji sedî 70,50 kes dibêjin namzetê DEMê kî dibe bila bibe ez dê bidim DEMê. Ji sedî 13,80 kes dibêjin çi dibe bila bibe ez dê bidim İmamoğlu.
Sazîya lêkolînan Rawestê di navbera 9 û 12yê Rêbendanê da, li Stenbolê ligel 1002 dengdêrên kurd lêkolîneka qadî ji bo hilbijartinan kir.
Hilbijartinên herêmî 31ê Adarê dest pê dikin. DEM Partî û partîyên din jî bernamzetên xwe li gelek bajaran dîyar kirine û hêj jî ew prose neqedîyaye.
DEM Partîyê bi pêşhilbijartineka herêmî bernamzetên xwe yên şaredarîyan dîyar kirin û li hinek cihan pêşhilbijartin bo tura dûyem man.
Li Stenbolê hêj ne dîyar e ka dê DEM Partî polîtîkayeka çawa bide ber xwe ji bo hilbijartinê. Herçiqas heta niha hinek hevdîtin ligel partîyên din hatibin kirin jî hêj bo raya giştî nehatîye aşkerakirin dê çi bikin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Li gorî ragihandina Îrfan Aktan, Başak Demirtaşê daye zanîn ku heke DEM Partî jî guncaw bibîne ew dixwaze bibe berbijêra Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê.
Li gorî lêkolîna Rawestê dengdêrên kurd yên Stenbolê jî dixwazin DEM Partî li Stenbolê namzetê xwe derxe û dixwazin ew namzet Başak Demirtaş be.
Ev pirs ji wan hatine kirin yên ku di hilbijartinên giştê yên 14 Gulanê da dengên xwe dayîne DEM Partîyê (Yeşil Sol Partî).
Bi Dîtina We DEM Partî Namzetê Xwe Derxe li Stenbolê?
Ji sedî 69,6 kesan gotîye belê, divê namzetê xwe derxe. Ji sedî 25,5 kesan gotîye na, divê dernexe.
DEM Partî heke namzetê xwe derxe, hûn dixwazin kî bibe namzet ji bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê?
Ji sedî 34,3 kesan gotîye bila Başak Demirtaş be, ji sedî 26,5 kesan gotîye bila Sırrı Süreyya Önder be û ji sedî 6,9 kesan jî gotîye bila Osman Baydemir be.
Heke li Stenbolê İmamoğlu ji CHPyê bibe namzet û DEM Partî namzetekî/a din derxe hûn dê dengê xwe bidin kê?
Ji sedî 70,50 kes dibêjin namzetê DEMê kî dibe bila bibe ez dê bidim DEMê. Ji sedî 13,80 kes dibêjin çi dibe bila bibe ez dê bidim İmamoğlu.