Komên Kurdan yên li Parîs ya paytexta Fransayê îro Duşemê careke din meşîyan.
Nûçegihanê Botan Timesê Kubra Sagirê ji Parîsê dîyar kir ku protesto ser kuştina Kurdan bû û wan du buyerên kuştinê bi hev re bî bîr anîye.
Roja Înê, di êrîşeke çekdarî de, ku li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya li dar ketibû, 3 Kurd hatibûn kuştin. Li Parîsê, di sala 2013yan de jî di êrîşeke çekdarî de, 3 Kurd hatibûn qetilkirin.
Kubra Sagirê got ku meşa îro di navbera cîhên her du êrîşan de çêbûye ku Kurd ji Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ve meşîyane.
Di meşê de bi Fransî, Kurdî û Tirkî slogan hatine gotin û bêyî ku girjîyek çêbe dawî li çalakîyê hatiye.
Di protestoyên roja Şemîyê de tansîyon bilind bûbû, şidetê rû dabû û 11 kes hatibûn girtin.
Îmaj û Rastî18/04/202416:07 Stenbol – Gotûbêjek li ser 126 salîya Rojnamegerîya Kurdî18/04/202415:13 Lîstika Rîuelîstik îro li Festîvala Şanoyê ya Amedê derdikeve pêşberî gel18/04/202414:24 Çawîşê pispor bi tohmeta ku ‘êrişa zayendî’ kirî, hat girtin18/04/202412:02 Giraniya Qenciyê û Dayin û Stendina Dilî18/04/202411:01