Kurdên ji Rojavayê nikarin vegerin ser axa xwe – VOA Kurdî

28/12/2024

Kurdên Rojavayê yên ku ji ber şerî koçî Tirkîyê kirine, gotine ku ew niho nikarin vegerin ser axa xwe. Çekdaran milk û malên wan desteser kirine û ewlehî tune ye.

Ewlehî li Rojavayê tune ye

A.H yê ku di 2014ê de ji ber êrîşên DAIŞê ji Kobanîyê revîyaye, dibêje ku şer hîn jî berdewam e. Wî got: “Ez nikarim zarokên xwe bibim cihekê ku ewlehî tê de tune ye. Paşeroja wan dê çi be?”

Çekdaran milk û malên Kurdan desteser kirine

M.D ya dayika pênc zarokan dibêje ku çekdaran li Efrînê 800 darên giz û zeytûnên wan desteser kirine. Ji bo vegerandina malê bavê wê 2500 dolar xwestine. Wê got: “Çete dibêjin ku ger em pereyan bidin wan jî, çeteyên dî dê dîsa malên me desteser bikin.”

Guherîna demografîk li Efrînê

Piştî operasyona Tirkîyê ya 2018ê, piranîya Kurdên Efrînê koçber bûne. M.D dibêje: “Niho Ereb li malên me dijîn. Heya ew ji axa me dernekevin û ew der nekeve bin destê Kurdan, em nikarin vegerin.”

Li Şamê rewş ne dîyar e

Di 8ê Berfanbarê de, rêvebirîya Şamê ketiye destê Heyet Tahrîr El-Şam. Penabereka Kurd a ji Şamê dibêje ku leşkerên rejîmê berê avahîya wan şewitandine û ew bi alîkarîya cîranên xwe yên Elewî rizgar bûne.

HSD li bakur û rojhilat desthilatdar e

Bakur û rojhilatê Surîyê di bin kontrola Hêzên Surîya Demokratîk de ye. Tirkîye wan wek terorîst dibîne, lê Amerîka û Koalîsyona Navnetewî wan wek hevparên xwe yên şerê li dijî DAIŞê nas dikin.

Çavkanî: Arif Aslan / VOA Kurdî, Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Klîba “Keştîya Bayê” di weşanê de ye: Selîm Temo nivîsiye Mem Ararat xwendiye

Weşana paşê

VOA Kurdî – کوردێن ژ ڕۆژاڤایێ نکارن ڤەگەرن سەر ئاخا خوە