Kurd û Tekera Dîrokê

Li salên 1990î, di sala xwe ya yekem a zaningehê de, rojekê çûm panelekê. Sernavê panelê “Rewşenbîr û Rola ‘Rewşenbîran’” bû. Panelîsta yekem Tulîn Ongen bû, yê din jî Alaeddin Şenel bû. Tulîn Ongenê li ser çîna karkeran kitêbeke bi navê Agirê Venemîr ê Prometheus: Têkoşîna Çîna Karkeran a Îroyîn nivîsandibû[1]. Alaeddin Şenel jî li ser dîroka mirovahiyê û dîroka ramanên siyasî çend kitêb nivîsandibûn. Salon tijî bû; gelek kes li paş, li ser piya mabûn. Panelê dest pê kir. Tulîn Ongenê di axaftina xwe de got ku di serdemên cuda de rol û fonksiyona rewşenbîran diguhere. Paşê, serdema Împaratoriya Osmaniyan û ya Komara Tirkiyeyê (Cumhuriyet) da ber hev û got ji aliyê modelên hilberînê ve serdema Cumhuriyetê di pêş de ye û ji ber vê yekê jî serdema Komara Tirkiyeyê ji serdema Dewleta Osmaniyan pêşverûtir e. Herwiha, rewşenbîrên vê serdemê jî ji yên Osmaniyan pêşverûtir in. Alaeddin Şenel jî ji gelek aliyan ve Ongenê tesdîq kir. 

Piştî ku axaftin qediyan, soz dan guhdaran ji bo pirs û nîqaşê. Xortekî destê  xwe rakir û bi tirkiyeke şikestî ji Tulîn Ongenê pirsî:

“Rejimekî nijadperest û hov ya ku hebûna gelan înkar kiriye, zimanan qedexe kiriye, cihê bi heazaran însanan xera kiriye, dest daniye mal û milkên wan û îro jî her roj bi sedan Kurd dikuje çawan û bi çi pivanê dibe pêşverû?”

Tulîn Ongen qederek sekinî. Diyar bû ku nedixwest wek “rewşenbîreke” şirîk û piştgira wan tawanbariyan û rejîma kemalîzmê were dîtin. Bêhnekê kişand nav xwe û wiha bersiv da:

“Ez wan kiryarên hovane tesdiq nakim helbet. Ez… Ez  behsa tekera dîrokê dikim. Ji ber ku  tekera dîrokê her tim bi pêş ve diçe, cumhûrîyet û şoreşa burjuva ya Kemalîstan jî ji aliyê herikîna tekera dîrokê ve ji Osmaniyan pêşdetir e. Ez wê dibêjim.”  

Ji refên paş, yekî bêyî ku destûr bixwaze dengê xwe bilind kir û got:

Ma ew tekera dîrokê ya quzulqurt her tim di ser Kurdan re derbas bibe?!”

Tulîn Ongen bêdeng ma û bersiva vê pirsa girîng neda. Bêyî ku bersiva wê pirsê bidin panel bi dawî bû. 

Wê rojê û îro jî, ji bo pênasekirina herikîna dîrokê bikaranîna metafora “tekerê” xizmeta bêdengkirina dîrokên din û meşrûkirina gelek zilm û tehdayên li ser navê “pêşveçûnê” kiriye. Lê, entelektuelên wek Walter Benjamin, E.P. Thompson û Raymond Williams, di dewsa formulên wekî “tekera dîrokê” de ku tarîxê wek qederên neguhêrbar rave dikin, bal kişandine ser girîngiya tecrube û îradeya însanan. Di bin hikumdariya tekera dîrokê de jiyan û tecrubeyên mirovan nekarîn ji xwe re dîrokên din ava bikin. Mirovên ku tenê “di bin tekerê de” xwedî dîrok bûn; tecrube û têkoşînên wan tu carî nebûn dîroka wan. Fîlozofan dizanibûn ku ji bo serdestiyê dîrok çi cewherek e: Hegel, dîrokê wekî mehkemeya dinyayê pênase dikir. Li wê mehkemeyê piraniya gelên bindest, bêyî destûra xweparastinê, hatine mehkûmkirin û wekî gelên bêdîrok hatine binavkirin.

Lê dengên ku ji “parzemînên tarî” bilind bûn “reddî hakim” kirin: Biryara mehkemeya dinyayê nepejirandin ku tê de serdestên dinyayê hespên xwe dibezandin. Li ser “sînorên dîroka dinyayê” ku wan li derve hîştibû, şerekê dan destpêkirin da ku dîrok bi rastî jî bibe dîroka dinyayê. Ew şer hê berdewam e. Lê ev ne karekî hêsan e. Li aliyekê mayindeyên kolonyalîzmê hene ku li pey xwe “serên jêkirî, xaniyên şewitî, rûbarên xwînê, bajarên ku li ber şûran heliyan û bîraninên êrîşên hovane hiştin ku meriv nikare bi hêsanî xwe ji wan xelas bikin”[2]. Li aliyê din “sîstemên zanistî” hatine avakirin ku hikmên xwe li ser mejî û zimanan îcra dikin da ku her çi di zimanên bindestan de bizivire stranên serdestan bistre û çîroka wan bibêje.  

Kurd ku ew du sed sal in wek bêdîrok hatine pênasekirin û serdestan hewl dane dîroka wan ji sicîl û defteran, ji gund û bajaran, ji birc û kelahan, ji kevir û zinaran jê bibin, li rêyeke din geriyane da ku xewn û xeyalên xwe, tecrube û têkoşînên xwe li ser deftera dîrokê bi navê xwe bidin qeydkirin. Lê helbet ev ne karekê hesan e. Li aliyekî tekera dîroka serdestan heye li aliyê din jî di nav Kurdan de hin bawermend û piştgirên wê tekerê hene ku tevî serdestan wê dizivirînin.     

Çavkanî

[1] Tûlîn Ongen, Promethus’un Sönmeyen Ateşi: Günümüzde İşçi Sınıfı Mücadelesi, Weşanên Alan, 1996.

[2] Aimé Césaire, Discourse on Colonialism, 2001. 

Xwendina dawî: Kübra Sağır