Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Kurd im, jin im, bîseksûel im, serbilind im

07/03/2021

Semyanî Perîzadeyê singleyeka bi navê Xewna Berevajî çêkiriye. Me jiyana wê ya hûnerî zehmetîyên nasnameyên wê yên di civatê de jê pirsî.

Semyanî Perîzadeyê ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku jiyan li gor nasnameyên bindest zehmettir dibe.

Jiyan sê caran zor e

Heke ku tu li Rojhilata Navîn jin bî jîyan pir zor e. Lê ku tu him jin û him Kurd bî du caran zor e. Li serde jî Kurd, jin û bîseksûel bî sê caran zor e.

Bi ser de jî giyanê te li gor vî sîstemê (ne tenê ji bo Kurda ji bo mirovahî dibejim) nîn be jîyan bêhtir zor e lê tu û fikrên te azad in. Tu bi azadî dikarî bifikirî û bi zîrekî ji xwe re rêgeha û qada him bi him ji xwe re vekî, ava bikî.

Di şopa gîyanê xwe de…

Ez bi salan bi muzîk re mijul nebûm û nikarim ji xwe re bêjim “ez muzîkjenim” lê dikarim bêjim ku ez di şopa hîs û giyanê xwe de me. Û ez dizanim ku milletik ji bo hebûna xwe bidomîne û biparêze huner û ilm pir pir girînge.

Hebûna bi kurdîyê

Her gav nêrîn û berhemên min di alîyên hunerê de xurt bû. Û min mêyzand ku ziman û kultûrê me him bi him ji destê me diçe. Lewma min jî ji xwe   re seferberî ilan kir, ji bo ku ciwanên me bi zimanê xwe re germ bin min bi Kurdî stran û berhema hilberandin wek sipartek/wazîfe dît. Lewma jî hewl didim ku bi Kurdî hebûna xwe bidomînim û mînakek bibim ji bo ciwanên me.

Milletê Kurd li Rojhilata Navîn de her gav ji xelkên dina cudatir bûn. Em wek nîlûferên avzêla ne. Rojhilata Navîn avzêl, em jî nîlûfer in. Di çevkanîyên seyyahên bîyanîyan de hîn nivîsên lêkolînan derdikeve ku pesna jinên Kurda dane. Lê hayê me ji me tune.

Mixabin, dema ku em hîn jî pesnê xwe didin ku em neviyên Şêxa ne, di heman demê de em ne li ser kesayetiyên jin ên qehreman, yên ku me navên wa nejimartîye.  ‪Lêbelê, em neviyên wan jin ên hêjane jî.

Heke em van jinan zanibin û bixwînin, wan jî wek mînak bibînin û b’bîr bînin û îro jî em jinên Kurd bi wêrekî bijîn û xwedî millet/ziman/bi kultûra xwe derkevin dê em ê ji vî gemarê Rojhilata Navîn xwe bikaribin biparêzin.

Dostek nêzîk

Armanca min ew e ku bi berhemên xwe re ji bo jin û mêr ên Kurdên vî demê re rêgeha vekim. Bi berhemên xwe re bigihîjim dil û giyanê wa û ji wa re bibim hevalek/dostek nêzîk ku bizanibin tenê nînin. Kela dilê ciwanên me rakim û bi ziman û kultûrê xwe re germ bikim.

Xeyalên min pir mezin in. Dixwazim deng û awazê Kurdî bigihîjinim hemî cihanê. Dixwazim ziman û kultûrê me bila li sahneya cîhanê popûler bibe. Ez negihîjim jî meraq û mexsedê xwe  dê aksîyonê ku ez bilivînim wê bibe rêgeha jinên pêşeroje. Lewma serbilindim û rolê xwe dizanim. Ala destê xwe bi zewq di nexşînim ji bo keçên me yên pêşerojê re.

Çimkî ez Kurdim, jin im, bîseksuelim û serbilind im.

Hevpeyvîn: Murat Bayram

[email protected]

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan