Piştî ku dîroka hilbijartinê wekî 14ê Gulanê hat dîyarkirin, komîsyona hilbijartinê ya Masaya Şêşane jî lez da xebatên xwe.
Ji niha dê tê dîyar kirin ku wê bi çend liste bikevin hillbirtinan û çend wekîl bidin partîyan
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, fikra ku di bin yek tifaqê de û bi du lîsteyan bikeve hilbijartinê derketiye pêş.
ÎYÎ Partî ku tê dîtin pirsgirêka wê ya bendavê nîn e, wê bi lîsteya xwe beşdarî hilbijartinê bibe, 4 partiyên din jî wê ji lîsteya CHPê bikevin hilbijartinê.
Bi giştî 25 wekîl dê ji bo Partiya Demokrat, Partiya SAADET, Partiya Gelecek û Partiya DEVA yê bê dayîn.
Tê diyarkirin ku dibe ku di siberojê de cudahî di hejmaran de çêbê, lê pêşnûme dê pabend be.