Kubra Ekîn a ku bi dayika xwe Rahîme Ozdemîrî re li Mehaleya Bagcilara Diyarbekirê dijî, di 13ê Mijdarê de ji bo danûstandinê ji malê derket û careke din venegeriya. 17 roj in aqûbeta Kubraya 22 salî ne diyar e. Dayika Kubrayê Rahîme Ozdemîrê diyar kiriye ku wan serî li polîsan daye û ji bo bê […]
Kubra Ekîn a ku bi dayika xwe Rahîme Ozdemîrî re li Mehaleya Bagcilara Diyarbekirê dijî, di 13ê Mijdarê de ji bo danûstandinê ji malê derket û careke din venegeriya. 17 roj in aqûbeta Kubraya 22 salî ne diyar e.
Dayika Kubrayê Rahîme Ozdemîrê diyar kiriye ku wan serî li polîsan daye û ji bo bê dîtin polîs jî lê digerin.
Berî niha bi 6 mehan jî Kubra Ekîn ji ber cil û bergên xwe li rastî tundîya mêrekî nas nake hatibû, sibehekî dema çûbû nan bikire mêrekî nas nake ji ber cilên wê êrîşî wê kiribû du diranên wê şikandibûn û milê wê êşandibû.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê îro (30.12.2021) ragihandiye ku malbata Kubra Ekinê serî li Baroyê daye. Navenda Mafên Jinan ragihandiye ku ew dê ji bo Kubra bê dîtin lêpirsînê bişopînin û dosyeyê ji nêz ve bişopînin.