Krîza aborî pirrtir li pirtûkên kurdî dixe

  • 17/12/2021
Krîza aborî pirrtir li pirtûkên kurdî dixe
Vahdet Uçar Fotoğrafı

Vahdet Uçar

17/12/2021

Krîza aborîyê pirrtir li pirtûkên kurdî dixe, em dîsa pirrtûkên tirkî gelekî difiroşin

Weşangerî û pirtûkfiroşîya kurdî jî ji ber rewşa tirkîyeyê ya aborî di rewşeka ne baş de ye.

Pirtûkakurdî, 7 sal in ava bûye û pirûkfiroşîyê dike. Herweha Weşanxaneya Darayê jî di bunyeya wê de ye û weşangerîyê jî dike.

Xebatkara PirtûkaKurdî.comê Berfîn Huseynîyê li ser rewşa dawîyê ya weşangerî û pirtûkfiroşîyê de bi me re axivî. Huseynîyê diyar kir ku êdî ji ber rewşa aborî xwîner pirtûkan nakirin û wiha got:

”Berê em serê sibehê dihatin kelecan û mijûlîyeka zêde hebû, kar baş bû û sîparîş pirr bûn. Aniha herî zêde em sibehê saetek-saetek û nîvê dixebitin û xilas dibe kar. Sîparîş tune ne, wekî din çûn û hatina li dikanê jî gelekî kêm bûye.”

Huseynîyê eşkere kir ku di derbarê weşangerîyê de jî ew di rewşeka ne baş de ne:

Gava dosyayek tê ber destê me û em ji matbaayê fîyatekî distînin, gava 2-3 rojan dereng dikeve dosye em nikarin dîsa heman bûhayî ji matbaayê bistînin. Her roja ku dolar zêde dibe bûhayê matbaa dide me jî pê re zêde dibe.”

Lê tişteka balkêş heye ku gava bûhayê pirtûkan zêde dibe xwîner ewil pirtûkên kurdî ji tûrikê xwe derdixin û yên tirkî dihêlin. Huseynîyê li ser vê meseleyê jî wiha got:

”Balkêş e ku kiryarîya pirtûkên kurdî niha sekinandî ye lê weka PirtûkaKurdî sîparîşên ji me re tên pirrtir ên tirî ne. Niha meyla milet zêdetir çûye ser pirtûkên tirkî, em nizanin vê yekê jî bi çi ve girê bidin.”

%d