Kovara Şanoyê “DÎALOG” Dest bi Weşanê Kiriye

  • 21/04/2022
Kovara Şanoyê “DÎALOG” Dest bi Weşanê Kiriye
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

21/04/2022

Cara yekem e ku li bakurê Kurdistanê kovareke şanoyê çap dibe. 

Bi pêşengîya nivîskar û derhêner Mîrza Metîn û edîtoriya Rıfat Yıldız kovara şano, dans û performansê ya bi navê DÎALOGê bi kurdî li Batmanê dest bi weşanê pg slot kiriye û ev kovar dê ji salê carekê derkeve. Hejmara ewil ya kovarê bi piştgirîya Sivil Düşünê çap bû.

Di tîma kovarê de Mîrza Metîn, Kenan Demir, Pelda Bal û Rıfat Yıldız cih digirin.  

Mîrza Metîn diyar dike ku Dîalogê ewil wek portaleke şano, dans û performansê dest bi weşanê kiribû û niha jî bi awayekî çapkirî digihîjê ber destê we hezkiriyên şanoyê.

Berpirsyar û edîtorê giştî yê Dîalogê Mîrza Metîn li ser hewcedarî û armanca derxistina kovarê  wiha dibêje, ‘’Fikra derxistina kovareke bi vî rengî xeyala bi salan bû. Berî salekê me gavek avêtibû û me portalek bi navê “Dîalog” ava kiribû. Bi vî şiklî Kovara Dîalogê 27ê Adara 2021î di Roja Şanoya Cîhanê de wek online dest bi weşana testê kiribû. Bes kovareke şanoyî hewce bû û me tevî hemû kil û kêmasî û nezanînên xwe mil da vî karî û di encamê de ev berhema di destê we de derket holê.”

Di hejmara yekemîn de Arjen Brûsk, Berfîn Zenderlioğlu, Berrî Shemdîn, Çetoyê Zêdo, Mîrza Metîn, Recep İçen, Sîrwan Rehîm, Şaliko Bêkes, Yusuf Unay, Zelal Anğay bi nivîs û gotarên xwe tevî Fexriya Adsay bi wergereke ji Mari R. Rostemî cih digirin. 

Hûn dikarin zêdetir agahiyan û nivîsên di der barê şanoyê de bi kurdî li ser malpera www.dîyalogkovar.com ku dem bi dem tê nû kirin bibînin û bi dest bixin.

%d