Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Kovara Nûbihar Akademîyê di îndeksên navneteweyî de cih girtiye

06/01/2025

Kovara Nûbihar Akademîyê bi hejmara xwe ya bîst û duyem di îndeksên navneteweyî de cih girtiye. Kovarê di serî de ji DOAJ qebûl wergirtiye û niho yazdeh salên xwe temam kirine.

Medreseyên Kurdan bûn mijara sereke

Dosyaya vê hejmarê li ser “Medreseyên Kurdan” hatiye amadekirin. Abdurrahman Adak û Şehmus Kurtî serpereştîya dosyayê kirine. Neh gotarên vê hejmarê ji alîyê zimanî ve bi kurmancî, soranî û zazakî ne.

Gotarên hejmarê li ser çend qadan belav bûn

Ji neh gotarên vê hejmarê sê heb li ser medreseyan in. Sê gotarên dî di qada edebîyata klasîk de ne. Her holê, yek gotar di edebîyata modern de, yek di ziman de û yek jî di dîrokê de hatine amadekirin.

Vegêrana Gelêrî dê bibe mijara hejmara bê

Hejmara bîst û sêyem a kovarê dê li ser “Vegêrana Gelêrî ya Kurdî” be. Doç. Dr. Kenan Subaşı dê edîtorîya vê dosyayê bike. Xwendevan dikarin deqên tam ên gotaran ji malpera kovarê bixwînin.

Çavkanî: Nûbihar Akademî, Botan Times

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan