Ajansa wêneyan a navneteweyî ya bi navê IMAGO Imagesê, wênegirê xwedanxelat M.Masum Suer ra hevpeyvîneke taybet kir û wê di kovara The Game Magazinê da weşand.
Ajansa ku navenda wê li bajarê Berlînê ya Elmanyayê ye Suerî bi aboneyên xwe û çapemenîya cîhanê ra danasîn.
Wênegir Suerî ku ev demekê ye bi ajansa wêneyan SO-PA Images a li Hong Kongê û komeke ajansên ku di nav wan da IMAGO jî heye ra dixebite. Sûerî di hevpeyvînê da dibêje;
“Ez dixwazim bi wêneyên xwe bibim wergêrê êş, kêfxweşî, hêvîyên gelê xwe. Wekî kurdekî bi wêneyên ku min kişandine hewl didim pirsgirêk û serpêhatiyên gelê xwe ragihînim cîhanê.”
M.Mahsum Suer
Bi wêneyên xwe yên weke Newrozê û wêneyên din ên çandî û hunerî, ez nirxên gelê xwe yên ku wenda dibin belge dikim.
M.Mahsum Suerî
M. Masum Suer sala 1976ê dest bi rojnamegerîyê kiriye. Di 20 salên dawiyê de wek wênegir karê xwe yê profesyonel domandiye û xwediyê gelek xelatan e. Ew bi taybetî bi wêneyên cihên dîrokî tê nasîn.
Îmaj û Rastî18/04/202416:07 Stenbol – Gotûbêjek li ser 126 salîya Rojnamegerîya Kurdî18/04/202415:13 Lîstika Rîuelîstik îro li Festîvala Şanoyê ya Amedê derdikeve pêşberî gel18/04/202414:24 Çawîşê pispor bi tohmeta ku ‘êrişa zayendî’ kirî, hat girtin18/04/202412:02 Giraniya Qenciyê û Dayin û Stendina Dilî18/04/202411:01