Xwarina goştê kûçikan hatiye qedexekirin: Koreya Başûrê

Segekê biçûk li nava daristanekê de ye

Hikumata Koreya Başûrê piştî ku biryar daye li wî welatî xwarina goştê kuçikan qedexe ye duhî roja Çarşemê qanûn fermî bû û ket meriyetê.

Li gor rojnameya Korea Heraldê bi sedsalan e li wî welatî goştê kûçikan/seyan tê xwarin. Ji ber qedexeya xwarina goştê kûçikan bihayê goştê bizinan jî zêde bûye.

5 hezar û 625 dikan goştê kuçikan difiroşin

Hikumet dê tezmînatê bide 5 hezar û 625 dikanên goştê kûçikan difiroşin.

Qanûn dê heta sala 2027ê tam bikeve di meriyetê de. Hingê yên vê qanûnê binpê dikin dê 30 milyon Won (21.800 $) cezayî bidin heta ku cezayê hefsê jî dê bê dayin.

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times