Çirîya paşiyê 10, 2024
Li gorî agahîyên hatine bidestxistin, konserên hunermend Xecê yên li bajarên Erzurom, Agirî û Mûşê ji alîyê xwedîyên salonan ve hatine betalkirin.
Konserên ku li 16ê Çirîya paşiyê li Erzuromê, 20ê Çirîya paşiyê li Agirîyê û 21ê Çirîya paşiyê li Mûşê dê pêk bihata, ji alîyê rêveberên salonan ve hatine betalkirin.
Betalkirinên berê
Berê jî konsera Rojda Şenses ya li Stenbolê, ya Diljen Ronî ya li Şîşlîyê û ya Azad Bedran ya li Antalyayê hatibûn betalkirin.
Çavkanî: MA, Gazete Duvar, Botan Times