Konsera LaWjeyê ji ber Covid-19ê betal bûye

Konsera LaWjeyê ya li Stenbolê, ji ber ku testa Covid-19ê ya du hunermendan pozîtîf derketiye, taloq bûye. Konser wê îşev saet di 20.00ê de li Navenda Çandê ya Suleyman Sebayî ya Beşîktaşê pêk bihata.  Chalak Eventsa ku konser organîze dikir di hesabê xwe yê twîtterê de ragihandiye ku testa du hunermendên LaWjeyê pozîtîf derketiye û […]

Konsera LaWjeyê ji ber Covid-19ê betal bûye
Konsera LaWjeyê ji ber Covid-19ê betal bûye
Vahdet Uçar
  • 17 Aralık 2021 08:00

Konsera LaWjeyê ya li Stenbolê, ji ber ku testa Covid-19ê ya du hunermendan pozîtîf derketiye, taloq bûye. Konser wê îşev saet di 20.00ê de li Navenda Çandê ya Suleyman Sebayî ya Beşîktaşê pêk bihata. 

Chalak Eventsa ku konser organîze dikir di hesabê xwe yê twîtterê de ragihandiye ku testa du hunermendên LaWjeyê pozîtîf derketiye û konser ji ber tedbîrên ewlehîyê hatiye taloqkirin. 

Dîroka nû ya konserê wê di demên pêş de aşkere bibe û dema konser pêk were, kesên ku bilêt kirîne, dikarin bi heman bîletan biçin wê konserê. Piştî belavbûna vîrusa Covid-19ê ev ê biba yekem konsera LaWjeyê ya li Stenbolê bû ev konser.