16ê vê mehê gotûbêjeke Pall Weşanê bi Lokman Ayebe re li Diyarbekirê hebû, derheqê “konsantrasyon û afirîneriya edebî” de. Ji ber ku ev mijareke wisa ye ne tenê me kurdan lê demek e hemû dinyayê eleqedar dike û ji ber ku konsantrasyon bivê nevê diyarker e di hemû afirandinên me de, ev nivîsar dê mijûlahiyek be li dor vê behsê, eger biserife û konsantrasyona min têk neçe!
Têk diçe, lew her li mahneyekê digerim û texîr dikim nivîsîna wê. Hemû pêkhênên derveyî vê nivîsînê, min qepaçe dikin, di nav xwe de hesarge dihêlin, bala min ji armanca serekî vediguhêzin deverine din û heta ku ji wan rizgar dibim û cardin dikevim ser rêya armanca xwe, dibînim wa ye heyyloo çend wext bihuriye. Heyylooya min bila tenê wexteke dirêj neyne bîra we, çinku carna bîst deqe jî wexteke dipdirêj e bo lêvegerana armancê. Lerzek bi telefona te dikeve, bi mebesta nîvdeqeyekê çavekî li wê digerînî, lê heta ku vedigerî ser karê xwe û konsantrasyona xwe topî ser hev dikî, ew bîst deqe li te dibe jehr (tê de be).
Di gotûbêjê de serwext bûm ku Lokman bêyî ku di mihafezekariya temenî ya xwe û hevçaxên xwe de asê bibe, ji min (û belkî ji gelek hevtemenên min jî) zêdetir berbihêr e di nûbûn û pêşketinên teknolojîk û otomasyonên hêsanker de ku bi zanistî jî aşkere û piştrast bûye ev qad çawa konsantrasyonê kêm dikin û afirîneriyê jî (ya hûrtir) zehmettir dikin. Deriyê wî heta dawiyê ji wan re vekirî ye û pêşniyaz dike ku em bi wan re li hev werin, ne ku em jî wekî Don Kîşot rabin şerê aşên bayî bikin.
“Te rihê xwe daye pîrbûnê, ser nifşê kevn,” Lokman ji min re gotibû gava min fikara xwe di dema gotûbêjê de jê re derbirîbû. Belkî jî wisa bû û rihê min di dalanên tengîtol û çîrançep ên demê re, berev rabirdûyê hildikişiya. Ne pêgirê nostaljiyeke xwerû me ku gelek caran nahêle em bi ser rihê serdema xwe ve bibin û bizanin ku di nav herkeke dîrokê de ne, bes nabe ku em çavgir jî bin li hember xweşî û nexweşiya li ber serê me diqewime. Lê carina bi min wisa ye ku kêm û kurt e ev serdem ji ber nivîşkaniya baltêdana xwe, zîqbûna ku derb xwariye, lêhûrbûna ku firk bûye û kûrahiya ku pê’r pê’r vêl dibe. Û carina ez jî wekî nivîskarê kal ê di çîroka xwarê de wisa hest pê dikim ku têkçûna edebiyata me dê ji ber têkçûna konsatrasyona me be. Senaryoyên ku me li ser aqûbeta vî zimanî û vê edebiyatê saz û vesaz kirin, di ti hesab û kitêban re hilnehatin. Statû, dewlet, perwerdehî, bazar, piştgirî, prestîj, bişaftin, pêkutî. Ti yek ji van jî carna bi qasî konsantrasyonê min naxe nav xem û şayîşan, û di cîhana min a dîstopîk de ti yek ji van jî bi qasî vê îhtimalê ne kartêker in. Kurdên ku ti yek ji van jî ew têk nebirin, di vê cîhanê de bi konsantrasyoneke têkçûyî wekî noka li kevir ketî ji axa xwe dûr dikevin, dev ji zimanê xwe berdidin û edebiyata xwe binax dikin. Bêtalihiyeke ku mirovî zivêr dike, qalpaxa serî hildifirîne.
Êdî wekî berê em nikarin bi saetan bi ser karê xwe de daqûl bibin û şibî halekî wecdê xwe tê de ji bîr bikin, bêyî ku bixwazin bigihîjin armancê, li ser rêya wê armancê ji ser hişê xwe biçin. Her tişt û her kes, ji her deverê û her wextê qesta konsantrasyona me dikin. Berhemên ku diafirin encama kar û xebateke qutqutî, belawela û kêmas in. Edîtoriya ku tê kirin nîvco ye, bi xwendinên dubare sêbare çarbare jî şaşiyên rênivîs û rêzimanê berteref nabin (helbet rewşa kurdî û pûtepênedana nivîskaran jî van karan sê çar qatan demdirêjtir dikin nisbet bi zimanên standard û yekgirtî), şiroveyên tên kirin serpilkî, nirxandinên dûdirêj dûr ji esas û bingehekê… Serbarê ser, sebr û tehemila nivîskaran jî nemaye. Û herçî xwendevan in, westiyane. Dixwazin em kurt lêxin, kêm bibirin. Hiş ranagire hilsengandinên dev û ling di hev de, mejî dapoşiye bi têgihiştineke kêmber.
Dilê we reş nekim. Yên berî me baştir nedinivîsîn. Lê belkî jî siûda wan hebû ku bi konsantrasyoneke mezin jî bê hed xirab binivîsin. Û ji vê jî zewqeke mezin digirtin. Pê dihisim ku îro roj berhema baş jî ne encama vê konsantrasyona qewî ye. Bi ser de dinya li min û nifşê min ferz dike ku em Sally Rooney bixwînin û wisa binivîsin: Bêyî ku me biwestînî ji me re behsa fanteziyên xwe û yên ciwanên lîse û zanîngehê bike, ne hewce ye ewqasî li ser karakteran hûr bibî û me bidî ber fikran, û ne hewce ye piştî ku kitêb qediya, xwendina kitêbê bi me re berdewam be; tu qidam î û hew! Ne li dijî edebiyata qidamî me û kêfxweş im ku edebiyat bi kêrî her tiştî û her kesî tê. Lê gava ku edebiyatek li yeke din nayê ferzkirin.
Çalınan Dikkata Johann Hari kitêba dawî ya sala 2022yan bû ku min xwendibû. Û çer min xwendî, ji bo min bûbû kitêba salê. Kitêba salê bû, çinku ti kitêbek têkçûna me wisa yekser li nav çavê min nedabû. Hariyê ku ji ber vê problemê hew debar dike, dev ji bajarê xwe berdide û bo sê mehan dûr ji telefona smart û înternetê li bajarokekî din dijî, piştre dest pê dike li gelek welat û bajarên cuda bi dû vê problemê û pisporên wê dikeve, lê dikole. Konsantrasyona ku xwe ji midaxeleyên derekî xilas dike, vê carê bi midaxeleyên mirovan li xwe, hildiweşe. Ne sûcê me ye, dibêje Hari. Her tim li derveyî me sazûmanek heye ku dixwaze konsantrasyona me têk bibe, ji ber ku qezenca wê ji vir tê. Reçeteyekê nade me, tenê sedeman tespît dike. Rahênanên wî yên şexsî tenê kariye %15-20ê konsantrasyona wî lê vegerîne. Lê %80yê wê? Ne bi destê me ye.
Pêşniyaza ku Ayebe li me dike, maqûltir dixuye. Lê ez jî pêşniyaz dikim ku em ne tenê bi wê re li hev werin, lê di heman demê de şerê wê jî bikin. Em zorîneyê piştguh nekin, lê kêmîneyê jî hin bi hin xurttir bikin. Ne ku em civakê red bikin, lê em hewl bidin aliyên wê yên bêkelk û zerermend kêmtir bikin. Em çavê xwe ji metnên bêkonsantre re negirin, lê guhê xwe ji yên qewî konsantre re bel bikin.
Wekî şexsekî carina dikevim xema wê ka gelo em bi helwêsta xwe ya dîjîtaliyê (bo nimûne, Pall) bêtir zererê didin konsantrasyona xwendevanên xwe û bi her parvekirineke xwe bêtir midaxeleyî jiyana wan dikin an na. Wekî Hari ez jî wisa bawer dikim ku ev êdî ne meseleyeke şexsî ye û bi hewldaneke şexsî heta asteke kêm çareser dibe. Li derveyî xwe Înanekî din dihêlim ku fikr û ecibandinên xwe yên şexsî datîne aliyekî û hewl dide berbihêr be li hember her fikr, alternatîf û ecibandina girseyên curbicur yên qamûya me. Edîtorî nîşanî mirov dide ku çavê xwe jî danî aliyekî û bi çavekî duyem sêyem çarem jî li berheman binihêrî.
Sernavê vê nivîsarê ji çîrokeke min a kurt hatiye girtin ku min ev mesele ji xwe re kiribû problemeke mezin û wisa nivîsîbû. Konsantrasyona têkçûyî. Konsantrasyona ku me bi derengî bi dest xistibû û hêj em başebaş jê têr nebûne, dike ku bi lez û bez ji nav destê me here. Çîrok li jêrê ye û cara ewil bi minasebeta vê nivîsarê tê weşandin. Ji ber ku wisa guman dikim dê aliyên kêm, nîvco û biqisûr ên vê nivîsarê temam bike.
***
Konsantrasyona Têkçûyî
Nivîskarê kal dosyeya Wordê berjêr kir û destê xwe gal kir telefona li hinda komputurê. Hela ez binerim kê di Twitterê de çi nivîsiye? Deqeyek lê bihurî, du deqe, heta ku vegeriya ser dosyeya xwe, saetek û bîst û çar deqe lê bihurîbûn.
Bi qelem û defterê dest bi nivîsînê kiribû, dûre ji erzîhalnivîsekî daktîloyeke jihevdeketî kirîbû, nîveka salên nodî çêlekên bavê xwe firotibûn û komputura weşanxaneya xwe ya top avêtî ji wan stendibû, piştî dehsaleyeke din hildabû laptopekê ew bajar bi bajar li konferansan gerandibû, heta ku kurê wî jê re tabletek kirîbû û êdî nivîsên xwe tê de nivîsîbûn, bêyî ku bizaniya ew telefona wî ya ewil a smart dê derbekê li berhemdariya wî bixe.
Gava dosyeya xwe berjor kir, nezanî dê çi binivîse. Du hevok nivîsîn, jê birin. Dûre çend hevokên din. Dîsa jê birin. Berî ku tu lê bidî biçî, guh bide van çend gotinkên min. Gotink nebû, hewce nake xwe kêm bikim li ber. Çêtir e bêjim kelam, micidtir e. Hilda kelam nivîsî. Saet û bîst û çar deqeyên din jî lê bihurîn, lê hîn jî yek du hevokên ber xwe nedidîtin, di cihê xwe de asê mabû.
Nivîskarê herî berhemdar ê zimanê xwe dihat qebûlkirin: 32 roman, 13 berhevokên çîrokan, 7 kitêbên rexneyî, 5 kitêbên amadekirî, 4 biyografî, 3 kitêbên hevpeyvînî, 2 antolojî û şanonameyek. Li pişt wî navê wî, li civatan qedrê wî hebû. Xelkê bi çavê pêşengiyê lê dinêrî. Lê ev çar sal bûn, ji hev de ketibû, ji bilî twîtên ku rojê heft caran dinivîsîn, postên facebookê ku rojê sê danan diket qirika xelkê û wêneyên instagramê ku hin gotinên wî yên şîretane li ser bûn, tiştek bi xweşikî nenivîsîbû. Hema, qet nenivîsîbû. Herçî ev çîroka wî bû, salek sax di nav destên wî de gevizîbû, lê ji bilî çend hevokên nivîsînê û yên jêbirinê, ji hev safî nekiribû.
Dosyeya xwe cardin berjêr kiribû, tableta xwe deverû kiribû û hildabû e-readera xwe, li ser paldankê vezeliyabû. Ma ne nivîskarî berî her tiştî xwendevanî ye? Nexwe ez camêrê xwe bixwînim. Camêrê wî jî Dostoyevskî bû. Kitêbên wî tim caran dixwendin. Çar sal bûn, ew jî bi hewara wî de nehatibû. Piştî rûpelekê xewirîbû, saetek û bîst û çar deqeyan nehatibû ser hişê xwe. Rûpeleke din jî xwendibû, lê hişê wî li dereke din bû. Gelo wî nivîskarê serpehn çima emojiya bêedeb ji storya wî re şandibû, ew devçepelê partiya tewşomewşo li bin posta wî ya facebookê bersiva wî dabû yan na, û wî kundirê rojnameger bi çi heqî ew li ser twitterê block kiribû?
Wî jî dizanî, problema wî ya herî mezin konsantrasyon bû û ev, problema edebiyata zimanê wî tevî bû. Dikaribû sond bixwara, edebiyata wan a ku kesî pê nikaribû, bi vê problemê têk çûbû, ji hev belawela bûbû. Êdî karkeriya wî ya li ser maseyan bi dawî hatibû, metnên serpilkî di qadê de bê hed zêde bûbûn û wî jî nedixwest metneke wisa li wan zêde bike. Ji lewma bû nedinivîsî û kela xwe ya nivîsînê di qadên din de dişikand.
Bi dengê telefonê re xem û xeyalên xwe dan alî, ber bi maseyê ve çû. Peyamek ji Whatsappê. Yabo were, şîv hazir e. Tm. Berê xwe da Instagramê, emojiyek ji wî serpehnî re şand, agir ji devê wî dibariya. Şiroveyek li bin bersiva wî devçepelî nivîsî: Tu ji bavê xwe bê minet î! Screenshota hesabê wî kundirî girt û belav kir: Ev sakûlana jî ji xwe re dibêjin em rewşenbîr in, ma mêrikê rewşenbîr kesî block dike? Û wî jî, ew block kir.
Hilda telefon, e-reader û tableta xwe, li deriyê mala hember xist.