Konferansa Weqfa Ragihandinê ya IPS/bianetê: Rojnameger Bi Mafên Xwe Hene

12/11/2024

Weqfa Ragihandinê ya IPS/bianetê wê di 22ê Mijdara 2024an de roja Înê konferansa “Rojnameger Bi Mafên Xwe Hene” li dar bixe.

Konferans wê di çarçoveya projeya “Rojnamegerî Ji Bo Mafan, Ji Bo Rojnamegeran Azadî” bê lidarxistin. Serkonsolxaneya Stenbolê ya Almanyayê piştevaniya projeyê dike.

Di konferansê de rewşa rojnamegeriyê ya li Tirkiyeyê, gefên piralî yên li hemberî rojnamegeran û rê û rêbazên li hemberî van gefan dê ji nû ve bê nîqaşkirin.

Beşa yekemîn a konferansê ya bi sernavê “Li Tirkiyeyê Azadiya Derbirînê û Rojnamegerî” dê bi moderatoriya rojnameger Hilmî Hacaloglu pêk were. Di vê beşê de rojnameger Burcu Karakaş û Dîren Yurtsever û akademîsyen Suncem Koçer wê biaxivin.

Beşa duyemîn a bi navê “Jin û LGBTI+ Çawa Li Rojnamegeriyê Dinêrin” dê bi moderatoriya Koordînatora Weşana Açik Radyoyê Dîdem Gençturk bê kirin. Di vê beşê de Oğulcan Yediveren ji SpoDê, hunermenda fotografan Uzum Derîn Solak û Selîme Buyukgoze ji Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Çatiyê dê li ser nûçeyên ku têra xwe cih nadin jin û LGBTI+yan û her wiha şêwazê çêkirina van nûçeyan û bendewariyên ji çapemeniyê biaxivin.

Dîrok: 22ê Mijdarê 2024

Cih: Kampûsa santralistanbul a Zanîngeha Bilgiyê(Salon: E4-305), Eski Silahtarağa Elektrik Santralı Kazım Karabekir Cad. No: 2/13 Eyupsultan 

Ji bo zanyariyan: [email protected] (Koordînatora Atolye BİAyê) 

Ji bo beşdarbûna konferansê hûn dikarin vê formê bitikîne û tijî bikin. Hûrgiliyên bernameye konferansê weha ne:


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

“Pirtûkzade”yê dest bi projeyeka xwendina kurdî ya online kiriye

Weşana paşê

Di 4 salên dawîyê de 2,5 milyon ruhsatên çekan hatine dayîn